Karkerên Sûriyeyî: Em bimirin jî ne xema kesî ye 2018-04-29 09:10:01 EDENE – Li Edeneyê di 4 mehên dawî de 2 karkerên sûriyeyî mirin û yên mayî jî di şert û mercên ne ewle de tên xebitandin.  Li gorî rapora Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) di meha Adarê de herî kêm 122 karker û di sê mehên ewil ên sala 2018’an de jî bi giştî 394 karker di cinayetên karî de mirin. Ji sedî 99’ê karkerên ku di meha Adarê de mirin ne sendîkayî bûn û li gorî raporê ev karker herî zêde li Stenbol, Konya, Çorûm û Antalyayê di cinayetên karî de mirine. Her wiha li gorî daneyên Wezareta Karên Navxweyî li Tirkiyeyê 3 milyon û 424 hezar û 237 sûriyeyî dijîn û ji vana 134 hezar û 490 heb jê li Edeneyê dijîn.    Di 4 mehên dawî de li Edeneyê 2 karkerên sûriyeyî di cinayetên karî de mirin. Di 26’ê Nîsanê de li Edeneyê Hammed Habbasî yê 21 salî ku li depoyeke êerezan dixebitî, ji asansora bar ket û mir. Her wiha di 6’ê Çileya 2018’an de Abdullah Y., yê 20 salî jî ji qata 9’an a înşeata ku lê dixebitî ket û mir.    'EM BIMIRIN JÎ NE XEMA KESÎ YE’    Hin karkerên Sûriyeyî yên me bi wan re sihbet kir, diyar kirin ku kardêr ji bo bêtir pereyan qezenc bikin me tercîh dikin û bi heqdesteke erzan me didin xebitandin. Karkeran, anî ziman ku heqedesta karkerên tirk zêde ye, lê belê heqedesta karkerekî tirk didin me du karkeran û em ê bia wayekî ku “emanetî Xwedê bin” dixebitin. Karkeran diyar kir ku li ser înşeatan an jî erdan dema ew nexweş dikevin ji m ere dibêjin ‘jixwe dewlet li we dinere’. Karkerên sûriyeyî destnîşan kirin ku cihên ku lê dixebitin tu ewlehiya wan tune ye û gotin: “Em bimirin jî ne xema kesî ye.”    ‘TU EWLEHÎ TUNE YE’   Huseyîn Cûmayê sûriyeyî ku li sîteya pêlavvanan dixebite, diyar kir ku 5 salin ew li Edeneyê ye û karê xwe yê pêlavan ê li Sûriyeyê li vir dewam dike. Cûma, bi lêv kir ku dema ew hatin gelekî zor û zehmetî kişandin û niha li Tirkiyeyê ji bo kar tu ewlehiya wan tune ye. Cûma got, eger tiştek bê serî wan dê kes li wan nenêre.    Karkerê Sûriyeyî Muhammed Huseyîn ku ew jî li cem pêlavvanekî dixebite, diyar kir ku li ser erd yewmiyeya karkerên sûriyeyî di navbera 20-50 lîreyî de ye û ji sibehê heta êvarî wekî koleyan tên xebitandin. Muhammed Osman jî got: “Tu qîmeteke karkerên sûriyeyî tune ye. Dema em dimirin dibêjin ‘Xwedê rehma xwe lê bike.’ Yanî tenê ev. Niha hema bêje em bi awayekî ku ‘emanetî Xwedê ne’ dixebitin.”