Li gorî TUÎK’ê TUFE ji sedî 3,43 zêde bûye 2023-11-03 10:18:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî TUÎK’ê di meha cotmehê de Endeksa Bihayê Mêzexer ji sedî 3,43 zêde bûye.    Lijneya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyonê yên meha cotmehê eşkere kir. Li gorî TUÎK’ê; di meha cotmehê de Endeksa Bihayê Mêzexer (TUFE) ji sedî 3,43 zede bû û di tevahiya salê de jî ji sedî 61,36 zêde bûye. Her wiha hat gotin ku bihayê mezêxer ên meha cotmehê li gorî heman meha sala par ji sedî 61,36 zêde bûye.