Komiteya Amadekar ya Enqereyê: Em ji 1'ê Gulanê re amade ne 2018-04-30 09:10:17 ENQERE - Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Enqereyê amadekariyên mitînga 1'ê Gulanê bi dawî kir. Seroka  Komîteya Amadekar Sultan Saygili, diyar kir ku ew di bin qedexeyên OHAL'ê û zextên hilbijartina  zordest mîtînga xwe pêk tînin û wiha got: "Gelê Enqere û karker ji 1'ê Gulanê re amade ye."  Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Enqereyê, xebatên xwe yên mîtînga 1'ê Gulanê bi dawî kir. Komîte dê îsal mîtînga 1'ê Gulanê li Qada Tandoganê pêk bîne. Dê endam û rêveberên DÎSK, Platforma Şaxan a KESK'ê ya Enqereyê, Yekîtiya Tabîban ê Tirk (TTB) ya Enqereyê, Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO), Lijneya Koordinasyona Bajar a TMMOB'ê, Odeya Muwevîrên Malî Muhaseban dê tev li mîtîngê bibin. Komîteya Amadekar amadekariyên qada mîtîngê temam kir. Seroka  Komîteya Amadekar Sultan Saygili der barê xebat û amadadekariyan de agahî dan. Saygili, diyar kir ku îsal di bin zext û zordariyên mezin de mîtîngê pêk tînin û 1'ê Gulanê pîroz dikin û wiha got: "Kedkarên li Enqereyê îsal rastî polîtîkayên dijminantiyê hatin. Di bin karê bê ewle de xebitîn. Tazmînata qidemê kirin fon. Cînayetên kar û karkeran zêde bûn. Em dê li dijî pêkaninên OHAL  û neheqiya li ser karkeran daxwazên xwe bînin ziman.    70 HEZAR BELAVOK BELAV KIRIN   Seroka  Komîteya Amadekar Sultan Saygili, der barê xebatên mîtîngê de wiha got: "Me ji bo mîtînga 1'ê Gulanê 70 hezar belavok belav kirin û 100 pankart û 5 hezar afîş li bajar bi cih kirin. Mîtînga 1'ê Gulanê dê li Qada Tandogan pêk bê. Li qadê em dê tedbîrên zêde bistînin. Komîteya Amadekar dê ji bo mîtînga 1'ê Gulanê bi 200 peywirdarê ku ji karker û kedkaran tê ewlehiya qadê biparêzin. Karkerên ku biçin qadê dê li kolana Kazim Karabekirê li pêş Navenda Çandê ya Ataturk saet 12.00'an de kom bibin. Girseya ku li vir kom bibin dê heta Qada Tandoganê bimeşin. Mîtîng dê saet di 13.00'an de dest pê bike. Di mîtîngê dê hunermend Kibele û Lal Gazel dê derkevin ser dikê û stranan bêjin. Me dema xebat dikirin em bi dehan caran ji aliyê polîsan ve hatin asteng kirin. Tevî hemû astengiyan me xebat û amadekariyên xwe kirin. Em dê di 1'ê Gulanê de bi girseyî mîtînga xwe pêk bînin. Em amade ne û gelê Enqereyê Amade ye."