DÎSK dê ji bo edaletê ber bi Enqereyê ve bimeşe 2023-11-10 14:01:05   STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû da zanîn ku dê ji bo edaleta di dahat û bacê de û ji bo edaleta li welat dê di 13’ê mijdarê de ber bi Enqereyê ve meşekê li dar bixin.    Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger a Tirkiyeyê (DÎSK) dê di 13-17’ê mijdarê de bi dirûşma “Ji bo edaleta di dahatê de, edaleta di bacê de em ber bi Enqereyê ve dimeşin” ber bi Enqereyê ve meşekê li dar bixe. DÎSK’ê, ji bo eşkerekirina bernameya meşê li navenda xwe ya giştî daxuyanî li dar xist.    Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû da zanîn ku li welêt krîzeke aborî ya mezin heye. Çerkezoglû, got ku sedema bêedaletiya di dahatê de îktîdar bi xwe ye û têkildarî bernameya meşê ev agahî da: “Em ê starta meşê di 13’ê mijdarê saet di 13.00’an de li Sogutluçeşme ya Kadikoyê bidin. Dê meş ji Gebzeyê ser Kocaelî, Yalova, Bursa, Bîlecîk û Eskîşehîrê ber bi Enqereyê ve bidome û li Enqereyê bi mitîngê bi dawî bibe. Meşa me ya ‘Di dahatê de edalet, di bacê de edalet’ dê di 17’ê mijdarê de bi hevdîtineke girseyî ya li Enqereyê bi dawî bibe.”