‘Teqawid ji bo ku nemirin li ber xwe didin!’ 2023-11-12 10:27:53   WAN - Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Tîmûr Sayyîgit destnîşan kir ku mûçeya wan a teqawidiyê tenê çend rojan di berîkên wan de dimîne û wiha got: “Teqawid, ji bo ku nemirin li ber xwe didin.”   Krîza giran a aboriyê, enflasyona zêde û zemên ku her roj tên kirin li Tirkiyeyê jiyanê her roj zehmettir dike. Krîza aborî bandoreke giran li ser her kesî dike û taybet jî li ser teqawidan. Serokê Şaxa Sendîkaya Teqawidan (Emeklî Sen) a girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK) Tîmûr Sayyîgît anî ziman ku krîza ji ber lêçûnên leşkeriyê derdikeve, herî zêde bandorê li teqawidan dike.    ‘EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN’   Sayyîgît, destnîşan kir ku ew nikarin debara xwe bikin û wiha got: “Hin teqawid hene ku ji bo vî welatî 40 salan xebitî ne. Me digot em hinekî bêhna xwe vedin lê vê desthilatê nehişt. Desthilat, teqawidan wekî welatî nabîne. 7 hezar û 500 lîreyan ji bo me têr dibînin. Teqawid, bi vî pereyî dê çawa debara xwe bikin? Teqawidên li malbata xwe dinêrin û zarokên xwe didin xwendin, ne xwedî mal in ne jî erebe. Kesên teqawid ên kirêya wan nebe, ji bo ku nemirin li ber xwe didin. Kirêya xaniyên bi sobe bûne 5 hezar lire. Niha ev teqawid dê çawa debara xwe bikin?"   LÊÇÛNÊN QESRÊ    Sayyîgît, da zanîn ku mûçeyên teqawidan tenê çend rojan di berîkên wan de dimînin û wiha axivî: "Em mûçeyan di 17’ê mehê de distînin û dema dibe 25’ê mehê, di berîkên me de pere namînin. Em nikarin bi heval û malbata xwe re derbikevin derve. Em teqawid tiştekî zêde naxwazin, edaletê dixwazin. Ev desthilat heman mûçeyê dide teqawidên hinek dixebitin û zêde dixebitin. Em dixwazin ev bêedaletî ji holê rabe.” Sayyîgît, diyar kir ku lêçûnên rojekê yên qesrê 15 mîlyon TL ye û bilêv kir ku ger ev lêçûn werin kêmkirin dê mûçeyên teqawidan jî zêdetir bibin."     ‘TEQAWIDÎ JI BO KU NEMIRIN LI BER XWE DIDIN'   Sayyîgît, da zanîn ku teqawidî ji bo ku nemirin li ber xwe didin û ev tişt anî ziman: "Sînorê xizantiyê derketiyê 45 hezar lîreyan û yê birçîbûnê jî derketiye 13 hezar lîreyan. Teqawid, li dijî mirinê li ber xwe didin. Xwediyê qesrê û karmendê wî yê fermanê Mehmet Şîmşek dibêje em teqawidên xwe teslîmî enflasyonê nakin. Ma teqawid mane? Şerm nake û ji bo me derewan dike.  Li gorî şîrketên serbixwe, enflasyon ji sedî 120 e, li gorî wan jî ji sedî 68. Divê mûçeya me 15 hezar lire bûya. 15 milyonan rojekê didin qesrê nabe bar, dema mûçeyên me baş dikin dê bibe bar? ”   ‘ŞER HERÎ ZÊDE BANDORÊ LI TEQAWIDAN DIKE’   Sayyîgît, axaftina xwe wiha qedand: "Berê me bi 200 lîreyan 3 kîlo goşt dikirî. Niha em nikarin 300 graman bikirin. Ji bo tişta herî erzan, neçar im ku dikan dikan bigerim. Sedema van pirsgirêkan lêçûnên leşkerî ne. Serokkomar dibêje ‘ma hûn dizanin bê ka bihayê fîşekekê çiqas e?’ Lêçûnên fîşekê herî zêde bandorê li me dike. Pereyê me ji bo prîmên xwe razandine, dê sibê ji bo lêçûnên şer veqetînin. Dîsa dê pişta me teqawidan bişikînin."