Sayyîgît: Israra di polîtîkaya tecrîdê de îktîdarê dixitimîne 2023-11-16 16:11:38 ENQERE - Parlamentera HEDEP’ê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bandora wê û wiha got: “Neçareserkirina pirsgirêka kurd û israra di polîtîkaya kurd de îktîdarê dixitimîne.”   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di hevdîtina bûdçeya Wezareta Parastinê ya li Komîsyona Plan û Bûdçeyê de tên kirin de axivî.    KIRASÊ SIYASETÊ LÊ HATE KIRIN   Sayyîgît, got ku di serî de pirsgirêka kurd, AKP’ê têkildarî pirsgirêkên Tirkiyeyê aqilekî nahilberîne û ev tişt anî: “Trajediyeke ku AKP di encama îktîdara xwe ya 21 salan de gelek sazî dîsa radestî aqilê leşkerî kir. Anku wesayeta leşkerî nehate rakirin, tenê kirasê siyasetê lê hate kirin. Vê jî bi xwe re tunekirina demokrasî, azadiyan û edaletê anî. Bi xwe re xizanî, nelirêtî û qedexe anî.”   BERTEK NÎŞAN DA   Sayyîgît, da zanîn ku gelê kurd bi sala ye hewl dide hebûna xwe îspat bike û ji bo vê bedelên giran daye. Sayyîgît, wiha domand: “Di dawiya dawî de înkara ontolojîk bi dawî bû. Li şûn vê bêyî ku pirsgirêkekê çareser bikin, tenê weke ku kiribin tevdigerin. Ji parlamenterên îktîdar û muxalefetê dipirsim; madem pirsgirêka kurd tune ye wê demê çima zimanê kurdî di bin temînata Destûra Bingehîn de nîne? Çima perwerdeya bi zimanê dayikê qedexe ye? Heke pirsgirêka kurd nebe çima girtîgeh heta devî bi girtiyên kurd tije ne? Çima zarokên kurd li bajarên kurdan bi wesayîtên zirxî dimirin? Heke pirsgirêka kurd nebe çima we gef li referandûma li Herêma Kurdistanê xwar? Hûn çima li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kurdan naxwazin? Tunehesibandina kurdan nayê wateya çareserkirina pirsgirêkê. Înkarkirina vê pirsgirêkê dê heta hetayê nedome. Baş e lê ev israr a çi ye? Kesên di nava dewletê her cureyên karên qirêjî dikin, bi saya pirsgirêka kurd li dora hev civiyan. Sedsala yekemîn a komarê bi pirsgirêka kurd dest pê kir û bi dawî bû. Gelo dê ev sedsal jî were windakirin?”    TECRÎDA LI SER OCALAN    Sayyîgît bal kişand ser “pêvajoya çareseriyê” û axaftina xwe wiha qedand: “Pirsgirêka kurd îro bi girêka tecrîdê zeliqî ye. Li Girava Îmraliyê agahînegirtineke mutleq heye û ev polîtîka sûdê nade tu kesî. Tecrîd, hiqûqî nîne. Neçareserkirina pirsgirêka kurd û israra di polîtîkaya tecrîdê de li her derê îktîdarê dixitimîne. Heke li holê Tirkiyeyeke pirsgirêka kurd çareser kirî hebûya, dê bandora wê niha gelek zêdetir bûya. Dê krîza aborî çênebûya. Domandina şer dê sûdê nede tu aliyan. Gelek îktîdar û wezîr hatin û çûn lê heqîqetek qet neguherî; ên pirsgirêka kurd çareser nekin, winda dikin.”