'Çavkaniyên welêt ji bo şer tên xerckirin' 2023-11-23 09:45:16   WAN - Li Wanê kesên teqawidbûyî anîn ziman ku çavkanî ji bo şer tên xerckirin û gotin ku bi meaşê heyî nikarin debara xwe bikin.    Ji derdorên herî zêde bandorê ji krîza aborî digirin yek jê jî kesên teqawidbûyî ne. Bi milyonan kesên teqawidbûyî, ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin. Li gorî Navenda Lêkolînên Çînan a Metal-Îş a Yekbûyî (BÎSAM), sînorê birçîbûnê 12 hezar û 928 TL ye. Lê belê meaşê gelek kesên teqawidbûyî ji çileya 2023'yan ve 7 hezar û 500 lîre ye.    'NIKARIN DEBARA XWE BIKIN'   Li Wanê Nacî Başdînç ê teqawidbûyî, anî ziman ku krîza aborî bandor li hemû derdoran kiriye. Başdînç da zanîn ku li bajêr kirêya herî erzan 10 hezar lîre ye û fiyetê tenekeya rûn bûye 900 lîre û got ku ne pêkan e bi meaşê xwe debara xwe bikin. Başdînç, ev tişt gotin: "Li Tirkiyeyê kesên teqawidbûyî berê digotin 'gava ez teqawid bibim ez ê ji xwe re wesayîtekê û xaniyekî bikirim û ez ê westana xwe ya 30 salan bi vî awayî ji ser xwe bavêjim û rihet bibim.' Lê niha tiştekî wiha ne pêkan e. Kesên etawidbûyî niha ketine derdê debarê û kes naxwaze teqawid bibe. Kesên di vê pêvajoyê de teqawid bûne ji ber krîzê nikarin debara xwe bikin. Tenê ne kesên teawidbûy, hemû gel wiha ye. Li tu devera cîhanê nehatiye dîtin ku kesên teqawidbûyî ev qasî eciqî bin."    Başdînç, destnîşan kir ku bihabûn bandoreke nebaş li derûniya wan jî dike û got: "Li cem meseleya aboriyê pirsgirêkên me yên derûnî jî hene. Li Tirkiyeyê êdî di van şert û mercan de jiyan ne pêkan e. Ev krîz bandorê li malbatan jî dike. Malbat nikarin zarokên xwe bidin xwendin, nikarin wan derman bikin û nikarin wan xwedî bikin. Li Tirkiyeyê mesrefên fuzûlî li kesên teqawidbûyî tê barkirin. Ev neheqî ye. Ew di ser 100 hezarî re meaş distînin û dibêjin nikarin debara xwe bikin. Lê em kesên teqawidbûyî em ê çawa debara xwe bikin?"   ‘ÇAVKANÎ JI BO ŞER TÊN XERCKIRIN'   Siddik Bîrlîk ê teqawidbûyî jî anî ziman ku ji ber krîza aborî nikare ji bin mesrefê dibistanê yê zarokên xwe rabe û got: "Ez nikarim kirêya malê, heqê ceryan, gaza xwezayî û ava malê bidim. Fiyetê fîşekekê û meaşê kesekî teqawidbûyî wekhhev e. Demildest divê ev şer raweste. Divê li hev rûnên û aştiyê çêbikin. Wekî din tu alternatîf tune ye."    Bîrlîk bilêv kir ku heqê kirêya zarokên wî yên xwendekar 6 hezar, fatûreya gazê 2 hezar û yên av û ceryanê jî 500 hezar TL ye û got: "Ez nikarim bi vî meaşî ji bin vî barî rabim. Ji ber ku nikarim debara xwe bikim, ez ji mecbûrî deyn dikim. Niha 80 hezar TL deynê min ê krediyê heye. Li vîw elatî mirovên ku 5 meaşan digirin hene, lê nikarin debara xwe bikin. Lê yê me 7 hezar û 500 lîre ye. Ev jî li ber çavê wan tê. An divê ev pergal bi temamî biguhere an jî divê mirov demildest hişê xwe bidin serê xwe. Ji sedî 99'ê çavkaniyên vî welatî ji bo şer tên xerckirin."    ‘EM Ê BI VÎ PEREYÎ ÇAWA DEBARA XWE BIKIN?'   Îzettîn Kaya jî ragihand ku meaşê wî 7 hezar û 500 lîre ye û got: "Ez 2 hezar û 500 lîreyê vî meaşî didim heqê gazê, hezar lîreyî didim av û ceryanê. Di destê min de 3 hezar dimîne. Ez ê vî pereyî bidim ku? Ma ez bi vî pereyî debara malê bikim an zarokan bidim xwendin an jî bidim heqê rê?"   Îsmet Kurt jî diyar kir ku fiyetê pêlavekê bûye 2 hezar TL û û got ku 800 lîre daye heqê avê. Kûrt ku bal kişand ser mesrefên din ên mecbûrî û got: "Tevahiya pereyê me didin fîşekan. Wekî bombeyan li ser çiyayan dibarin. An bila meaşekî baş bidin me yan jî bila 7 hezar û 500 TL'yê didin jî nedin."