Turkmen: OSB veguherîne kampên koleyan 2023-12-01 09:06:58   RIHA - Serokê Giştî yê Bîrtek-Senê Mehmet Turkmen diyar kir ku desthilat dixwaze barê krîza aborî deyne ser milê kedkaran û got: "Herêmên pîşesaziyê yên ji bo teşwîq û îstîhdamê hatine avakirin, veguherîne kampên koleyan."   Li gor daneyên ku ji aliyê Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê ve hatine eşkerekirin 353 Herêmên Pîşesaziya Organîze (OSB)yên qeydkirî hene. Dîsa li gorî daneyên wezaretê 266 OSB dixebitin û kar û barê îstimlaqkirin û înşeatê yên 87 OSB'yan jî didomin. Li gorî daneyên Gulana 2021'ê hejmara karkerên li OSB'yan dixebitin 2 milyon 92 hezar û 209 e.   OSB'yên ku armanca wan a bingehîn a damezrandinê zêdekirina hilberîn û îstîhdamê ye, ji bo karkeran veguherine navendên kedxwariyê. Karkerên li Dîlok û Rihayê ku qada herî mezin a OSB'yên Tirkiye û Kurdistanê li vir in, karker bi rawestandina kar, grev û daxuyaniyên çapemeniyê li dijî neheqiyan li ber xwe didin.   ÇALAKIYA KARKERÊN TEKSTÎLA OZAKÊ   Karkerên li Şîrketa Ozak Tekstil a li 1'emîn OSB ya Rihayê dixebitin, ji bo hevalên wan ên ji kar hatine avêtin vegerin û dawî li mobîng û zextan bê dest bi rawestana kar kirin. Karkerên ku di serê sibê tên ber cihê kar, heya bidawîbûna kar li ber kargehê disekinin. Polîsên ku hinceta biryara qedexeyê (4 roj) a Walîtiya Rihayê nîşan didin, mudaxeleyî karkeran kirin û li wan xistin.    Sendîkaya Yekitiya Karkerên Tekstîl, Tevn û Çerm (Bîrtek-Sen) jî piştgiriyê dide karkerên ku 5 roj in ji serê sibê heta piştî kar li ber avahiya kar disekinin û daxwaz dikin ku daxwazên wan bên qebûlkirin.    Serokê Giştî yê Birtek-Senê Mehmet Turkmen, pirsgirêkên karkeran û daxwazên wan ên bingehîn nirxandin.   BI HEQDESTEKE PIR KÊM TÊN XEBITANDIN   Turkmen anî ziman ku karker li Rihayê wekî keda erzan tên dîtin û tên îstismarkirin û got ku tê xwestin ku karker di bin şert û mercên koletiyê de bixebitin. Turkmen wiha domand: “Li gelek bajarên herêmê bi taybetî jî li Rihayê karker di şert û mercên koletî û perîşaniyê de bi mûçeya herî kêm an jî bi mûçeya di biniya ya herî kêm de tên xebitandin. Ev ne tenê meseleya mûçeyan e. Hema bibêje li her kargehekê di serî de karkerên jin big iştî hemû karker rastî her cure zext û mobîngê tên. Azadiya rêxistinkirina sendîkayî ya karkeran esas nayê girtin. Karker nikarin tu mafên civakî yên wekî destûrê bi kar bînin. Ev deverên pîşesaziyê ku ji bo peydakirina teşwîq û karî hatine damezrandin, veguherşne kampên koleyan."    'SÛCÊ LI HEMBERÎ KARKERAN SERBEST E!'   Turkmen anî ziman ku karker li dijî şert û mercên "koletiyê" yên ku hatine afirandin têdikoşin û got: "Yên ku vî bajarî, vê herêmê û vî welatî bi rê ve dibin, destûrê didin hemû sûcên li karkeran tên kirin. Dema karker ji bo mafên xwe li ber xwe didin, rastî cendirme, walî, polîs, hemû hêzên dewletê tên. Ji bo rêveberan binpêkirin û sûcên kardêran ên li hemberî karkeran serbest in, lê lêgerîna karkeran a di çaçroveyeke demokratîk de qedexe ne."    Turkmen bi bîr xist ku Walîtiya Rihayê di roja 3’yemîn a berxwedana karkeran de li bajêr 4 roj qedexe îlan kiriye û got: “Ev biryara qedexeyê ya li tevahiya Rihayê bi talîmata patronê Ozakê hatiye ragihandin. Bi qedexeyê re dixwazin vîna karkerên ku ji bo mafên xwe têdikoşin bişkînin. Rojek berê jî bêyî hişyarî bi copan û mertalan êrişî karkeran kirin. Karker hatin derbkirin. Îro jî karker hatin dorpêçkirin.. Karkerên ku ji dorpêçê derketin, nahêlin vegerin qada çalakiyê. Karker nikarin pêdiviyên xwe yên tuwaletê jî bi cih bînin. Nahêlin herin mizgefta ku 100 metro wêdeyî kargehê ye jî."    'DÊ BERXWEDAN BIDOME'   Turkmen anî ziman ku karker dê li hemberî hemû astengî û zextan li ber xwe bidin û ev tişt anîn ziman: “Dixwazin xizaniya li welêt deynin ser milê kedkaran. Ji lew re patron mezin dibin. Ev berxwedan jî îtîraza li vê yekê ye. Em dibînin ku hikûmet hemû derfetên vî welatî ji bo qezenca çend sermayedaran bi kar tîne. Mudaxeleya li hemberî karkeran jî vê yekê nîşan dide. Em dixwazin dikin ku azadiya karkeran a ji bo sendîkayê esas bê girtin, hevalê me yê ji kar hatine avêtin vegerin ser karê xwe, mobîng û zext di zûtirîn demê de bi dawî bibin û mûçeya karkerên ku li vir li ber xwe didin bi temamî bê dayîn. Heta ku ev neyên qebûlkirin em ê berxwedana xwe bidomînin."   MA / Ceylan Şahînlî