Hevdîtinên mûçeya kêmtirîn taloqî 11’ê kanûnê hatinkirin 2023-12-01 15:26:00   ENQERE - Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Vedat İşikhan, ragihand ku civîna yekem a Komîsyona Diyarkirina Mûçeya Kêmtirîn dê di 11’ê kanûnê de pêk were.    Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Vedat Işıkhan ragihand ku civîna yekem a Komîsyona Diyarkirina Mûçeya Kêmtirîn ku dihat plankirin îro bê lidarxistin dê di 11’ê kanûnê de pêk were.   Komîsyona Diyarkirina Mûçeyên Kêmtirîn her sal di meha kanûnê de rêzecivînan pêk tîne û mûçeyê kêmtirîn ku dê ji bo sala bê derbasdar be diyar dike. Mûçeyê kêmtirîn ku wê di sala 2024’an de derbasdar be, divê heta dawiya 31’ê kanûnê bê diyarkirin   Di Komîsyona Diyarkirina Mûçeya Kêmtirîn de, Turk-Îş karkeran û Konfederasyona Sendîkayên Karsazên Tirkiyeyê (TİSK) karsazan temsîl dike.