Esnaf, kedkar û bêkar ji heman rewşê bi gazin in 2017-10-12 09:30:49 STENBOL - Ji ber krîza aborî ya heyî esnaf deriyên dikanên xwe digirin. Welatî jî ji ber ku nikarin alavan bikirin, bi gazincin. Emîne Orhan, diyar kir ku bi 100 lîreyan torbeyek tije nabe û ew perîşan in.  Li Tirkiyeyê 5,9 mîlyon betal hene. Sînorê birçîbûnê yê malbateke ji 4 kesan pêk tê 505 lîreye û sînorê ferqirtiyê her ku diçe zêde dibe. Ji krîza aborî ya heyî herî zêde esnaf û welatiyên hêza wan a kirînê tuneye bi bandor dibin. Esnaf ji lêçûna zêde bigazincin û xwe amade dike ku deriyê dikanên xwe bigirin. Hemû kes niha ji krîza aboriya li Tirkiyeyê bi bandor dibe. Me jî têkildarî mijarê megefona xwe dirêjî esnaf, karker û emekdarên Baxçelîevlerê kir.    'KU TU KEDKARÎ DIVÊ BI XEBITÎ'   Nurettîn Ay ê 75 salî, ligel temenê xwe yê mezin jî neçare ku bixebite û gelek caran hemaltî û boyaxtiyê dike. Ay, diyar kir ku ji ber ku zarokên wî krediya malê didin neçare ku bixebite û wiha axivî: “Ji bo ku em ji kîraya  malê xelas bikin, em ketin bin deynan. Niha em nikarin debara mala xwe bikin. Lêçûna  gaza xwezayî pir girane. Li pêşiya me zivîstane, jiyan êdî pir zor bûye. Dewlemend cardin ji xwe re dijî, lê ji bo feqîran hemû tişt zore.”   BANG LI HIKÛMETÊ KIRIN: ÎSTÎFA BIKIN    Selim Ozdemîr ê 76 salî ku kevirin dîrokî difiroşe jî, diyar kir ku ligel ku emekdare, neçare ku bixebite. Ozdemîr anî ziman ku yên ku li vî welatî emekdar bin û nexebitin divê bên xelatkirin û wiha got: “Ma ji mirovekê temenê wî 76 baca tê qûtkirin? Em li dijî dibin navê şer de bacayên tên komkirin in. Di vê rewşê de divê hikûmet îstîfa bike.”   JI BO KIRA MALÊ BIDE BI ŞEV LI ŞANTIYAN DIMÎNE   Welatiyê bi navê Seffat Îpek ê ji Wanê ji bo bixebite hatî Stenbolê jî, da zanîn ku ev meheke kar nemaye û wiha axivî: “Ez nikarim debara mala xwe bikim. Dema dixebitim mehê 2 hezar an jî 2 hezar û 500  mûçe digirim. Ligel qezencek wiha jiyana pir bûha bûye. Kirayên heyî ne dibin hezarî deye. Ji bo kiraya malê bidim bi şev di şantiyan de dixebitim.” Îpek bertek nîşanî zama li veguhêziyê hatî zêdekirin da.  Îsmaîl Dîrî yê karê çayxanê dike jî diyar kir ku mehê hezar û 500 lîra qezenc dike û wiha axivî: “Lêçûna min a mehekê jî bi giştî 6 hezar lîreye. Ez difikirim ku dikana xwe bigirim. Em kar nakin.”    'BI 100 LÎREYÎ TORBE JÎ TIJE NABE'   Dema me megefona xwe dirêjî welatiyên li bazara semtê dixebitin kir ew jî ji heman rewşê bi gazincin. Welatî Emîne Orhan jî da zanîn  ku nêzî saetekê di bazara semtê de digere, lê ligel vê yekê torbeyekê tije nake. Orhan kîsikê didestê xwe de nîşanî da û wiha got: “Mêzekin bi 100 lîreyan torbeyek tije nabe. Hinekan em perîşan kirin.”   'TENÊ BI KAREKÊ DEBARA MALÊ KIRIN ZEHMET E'   Nîlufer Yanan jî, diyar kir ku bi zorê debara mala xwe dike û wiha got: “Ez û hevjîna xwe dixebitin. Ji bo ku em zaroka xwe bidin xwendin em dixebitin. Kîraya malê 500 lîreye. Em her du dixebitin. Ji neçarî rojên pazarê jî di bazarê de dixebitim.”