Cendirmeyan êrişî karkerên Ozak Tekstilê kirin 2023-12-06 11:07:25   RIHA - Cendirmeyan êrişî karkerên Ozak Tekstîlê yên çalakiya xwe didomandin kirin û nêzî 20 karker binçav kirin.    Karkerên Ozak Tekstîlê ya li 1’emîn Herêma Pîşesaziya Organîzeyê (OSB) ya Rihayê li dijî zext, gef û avêtinên ji kar dest bi çalakiya berdana kar kirin. Karker di 10’emîn roja çalakiya xwe de rastî êrişa cendirmeyan hatin.    Karkerên serê sibê hatine OSB’a dûrî bajêr, xwestin biçin pêşiya Ozak Tekstîlê. Lê îro jî ji hêla cendirmeyan ve hatin astengkirin.    Cendirmeyan ketin û derketina baxçeyê febrîqeyê girtin û bi gotina “qedexe ye” nehiştin kes bikeve baxçeyê kargehê. Li aliyê din, servîsên kargehê ketin baxçeyê kargehê û karkeran jî bertek nîşanî vê rewşê dan. Karkerên xwestin pêşî li servîsên kar bigirin lê belê cendirmeyan êrişî karkeran kirin. Piştî mudaxileyê tevî nûnerên Sendîkaya Karkerên Çerm û Dirûtinê ya Bîrleşîk Tekstîlê (Bîrtek-Sen) herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.     Karkerên din ên bi dirûşm û çepikan rewş protesto kirin, li pêşiya febrîqeyê çalakiya xwe didomînin.