Banga ji bo mîtînga 'Malnişîna Mezin': Ji bo siberoja zarokan 2023-12-08 09:25:37 ENQERE - Sekreterê Maliyê yê Sendîkaya Hemû Malnişînan Huseyîn Demîrton diyar kir ku divê kedkar ji bo siberoja zarokan li hev kom bibin û ji bo beşdariya li mîtînga "Malnişîna Mezin" ku dê di 10'ê Kanûnê de bê lidarxistin, bang kir.  Sendîjaya Hemû Malnişînan dê di 10'ê Kanûnê de li Parka Anitê ya Enqereyê mîtînga "Malnişîna mezin" li dar bixe. Malnişînên ku dê di mîtîngê de bên gel hev, dê bi dirûşma "jiyaneke birûmet" li dijî polîtîkayên bêrûmetkirin û xizaniyê daxwazên xwe ragihînin.   Sekreterê Giştî yê Maliyê yê Emekli-Senê Huseyîn Demîrton   DU MÛÇE ENCAX TÊRA KIRÊYA MEHEKÊ DIKE   Sekreterê Giştî yê Maliyê yê Emekli-Senê Huseyîn Demîrton ku di Komîteya Amadekar a Mîtîngê de cih digire, diyar kir ku kesên malnişîn di şert û mercên jiyana mirovane de najîn û got ku 2 mûçeyên malnişînan encax têra kirêya mehekê dike. Demîrton destnîşan kir ku di çarçoveya hilbijartinên herêmî de jî dê desthilat mîna hilbijartinên serokkomariyê û giştî sozên sexte bide kesên malnişîn û got: "Li qadên hilbijartinê sozên 'Em ê şert û mercên jiyana malnişînan baş bikin' dan, lê me dît ku ne wisa ye. Dîsa ji her kesî re gotin 'Em meaşê malnişînan zêde dikin' û gotin me kiriye 7 hezar û 500 lîre. Hin malnişîn bi van gotinan xapiyan. Ev polîtîkayên xapîner li hin cihan gihaştin armanca xwe û encama wê xwe di Meclisê de da der."   POLÎTÎKAYÊN XAPANDINÊ   Demîrton anî ziman ku wekî hilbijartinên 14'ê gulanê dê polîtîkayên xapandinê yên li hemberî malnişînan beriya hilbijartinên herêmî yên 31'ê adara 2024'an jî bên kirin û got: "Ji ber vê yekê divê em ji vê yekê dersê derxînin û pêvajoya hilbijartina herêmî ya li pêş xwe binirxînin. Ji ber ku ew ê dîsa sozên sexte bidin."    TÊKOŞÎN   Demîrton da xuyakirin ku mûçeyên kêm ên malnişînan ji ber bihabûnê di dmeeke kurt de diqedin û got ku mûçeyê wan têra wan nake. Demirton got: “Tiştê ku bi awayekî didin, paşê zêdetirê wê ji meriv distînin. Binêrin, di budçeya ku pêşkêşî Meclîsê hatiye kirin de xizanî, birçîbûn û bêbextî heye. Ji bo pêşî li vê yekê bê girtin, me biryar da ku em bi hemû beşên civakê yên ku sendîkaya me lê rêxistinbûyî werin cem hev û di 10'ê Kanûnê de li hemberî vê rewşê bertek nîşan bidin. Em ê di vê mîtîngê de daxwazên xwe bînin ziman. Em ê jî bênavber bitêkşin da ku daxwazên me bi cih bên."   Demîrton her kesî vexwand mîtînbga ku dê di 10'ê Kanûnê de li dar bixin.