Berxwedana karkerên Ozak Tekstîlê didome 2023-12-08 13:12:35   RIHA - Çalakiya berdana kar a karkerên Ozak Tekstîlê di roja 12’an de didome.    Karkerên Ozak Tekstîlê ya li 1’emîn Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) ji ber zext, gef û avêtinên ji kar, li pêşiya kargehê dest bi çalakiya berdana ji kar kirin. Tevî barîna baranê û hewayê sar jî çalakiya karkeran di roja 12’an de berdewam dike. Karkerên çalakger di saetên serê sibehê de hatin pêşiya avahiyê febrîqeyê û xwestin çalakiya xwe bidomînin. Lê belê leşkeran bariyer danîbûn pêşiya wan.   ‘EM Ê ÇALAKIYA XWE BIDOMÎNIN’   Karkeran li hewşa mizgefta li OSB'ê kon vegirtin û çalakiya xwe didomînin. Ji karkeran Mahmût Tahta diyar kir ku ew dixwazin hevalên wan ên ji kar hatine derxistin dîsa vegerin ser karê xwe û zextên li ser wan bi dawî bibin. Tahta, da zanîn ku heta daxwazên wan pêk tên jî dê çalakiya xwe bidomînin.