Li gorî TUÎK’ê hejmara bêkaran kêm dibe! 2023-12-11 11:23:14   NAVENDA NÛÇEYAN - TUÎK’ê diyar kir ku rêjeya bêkariyê ya li Tirkiyeyê di meha cotmehê de daket ji sedî 8,5’ê. Li gorî TUÎK’ê, di cotmehê 163 hezar kes ji rêjeya bêkariyê kêm bûn.    Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), îstatîstîkên hêza kar a meha cotmehê ekere kir. Li gorî encamên Lêkolîna Hêza Kar a Endamên Malbatê; di nava kesên 15 salî û mezintir de rêjeya bêkariyê li gorî meha îlonê di meha cotmehê de 163 hezar kes kêm bûn û daket 2 milyon û 961 kesan.    Her wiha rêjeya bêkariyê ji sedî 0,5 kêm bû û daket ji sedî 8,5. Her wiha li gorî texmîna TUÎK’ê; di nava zilaman de rêjeya bêkariyê ji sedî 7,0 û di nava jinan de jî ji sedî 11,3 ye.    DÎSK-AR: ÎDIAYÊN ‘BÊKARÎ KÊM DIBE’ RAST NÎNIN!    Daneyên TUÎK’ê û yên “Rapora Dîtbariya Bêkarî û Îstîhdamê” ya Enstîtûya Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR) ya 10’3e mijdara 2023’yan hev nagirin. DÎSK-AR’ê diyar kir ku îdiaya “bêkarî kêm dibe” rast nîne û ev agahî parve kir: “Di nava sala dawî de li gorî pênaseya berfireh a rêjeya bêkariyê ji sedî 20,3’yê derket ji sedî 21,8’ê, hejmara berfireh a bêkariyê jî ji sedî 7 milyon û 500 hezar kesan derket 8 milyon û 300 hezar kesan.”