Karkerên Ozak Tekstîlê 16 roj in li ber xwe didin 2023-12-12 16:01:35     RIHA - Karkerên Ozak Tekstîlê li dijî zext, mobbîng û derxistinên ji kar 16 roj in li ber xwe didin.    Karkerên Ozak Tekstîlê ya li 1'emîn Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) ya Rihayê li dijî zext, mobbîng, gef û derxistinên ji kar çalakiya berdana kar dabûn destpêkirin. Çalakiya karkeran di roja 16’an de berdewam dike. Karker, di saetên serê sibehê de ji bo domandina çalakiya xwe xwestin biçin pêşiya avahiya kargehê. Lê belê kolana ber bi avahî ve diçe ji hêla cendirmeyan ve hate girtin û karker hatin astengkirin.    Karkeran, çalakiya xwe li qada ketina OSB’ê çalakiya xwe domandin. Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) a Dîlokê Sevda Karca û parlamenterê Stenbolê Îskenderûn Bayhan jî piştgirî dan çalakiyê.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh di encama êrişa cendirmeyan de 8 karker hatibûn binçavkirin û tê payîn ku sewqî edliyeyê bên kirin.