TBB’ê piştgiriya karkerên Ozakê kir 2023-12-18 15:32:24   RIHA - Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê piştgiriya karkerên Ozakê ku çalakiya xwe ya dest ji kar berdanê di roja 22’yemîn de didomînin kir. TBB’ê diyar kir ku amirên mulkî û meqamên edlî maf û azadiyên bingehîn binpêkiriye. Karkerên Ozak Tekstîlê ya li 1'emîn Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) ya Rihayê li dijî zext, mobbîng, gef û derxistinên ji kar çalakiya dest ji berdana kar dabûn destpêkirin. Çalakiya karkeran di roja 22’yemîn de berdewam dike. Ji ber ketina OSB’ê bi bariyerên cendermeyan girtî bû, karkeran li parka li rex ketine çalakiya xwe dane destpêkirin. Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li vir hate dayîn bi dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê serbikevin” çalakiya rûniştinê berdewam kir.    TBB’Ê DAXUYANÎ DA   Li aliyê din Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî da karkeran. TTB’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku amirên mulkî, hêzên ewlehiyê û meqamên edlî gelek maf û azadiyên bingehîn ên weke “mafê civîn û xwepêşandanan, mafê îfadeyê, mafê seyahetê, mafê azadiya kes û ewlehiyê” binpêkirine.