Xizanî roj bi roj zêde dibe: Ji bo tiştên erzantir bikirin em dikan bi dikan digerin 2023-12-21 11:33:28   WAN - Welatiyên Wanê bertek nîşanî bihabûna her tiştî dan û gotin ku ji bo ku tiştên erzan peyda bikin neçar dimînin ku dikan bi dikan bigerin.     Krîza aboriyê ya li Tirkiye û Kurdistanê ku roj bi roj girantir dibe, bandorê li her qadên jiyanê dike. Bi zemên hatine kirin re hêza kirînê ya gel ket û nema dikare debara xwe bike. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK); li gorî mehek berê di mijdarê de ji sedî 3,28 zêde bû û li gorî salek berê îsal enflasyon bû ji sedî 61,98 û bi giştî ji sedî 53,40 hate diyarkirin. Li gorî daneyên Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) ku ji akademîsyen û aborînasên serbixwe hatiye avakirin jî; Endeksa Bihayê ya Mezêxer (E-TUFE) di mijdarê de ji sedî 5,58 zêde bû, di tevahiya salê de jî ji sedî 129,27 zêde bû. Di meha mijdarê de herî zêde jî bihayê gaza xwezayî, av û ceyranê zêde bûn.    Bajarê Wanê di lîsteya bajarên xizaniyê de di rêzên ewil de ye. Xelkê bajar têkildarî rewşa aboriyê axivî.    ‘ÊDÎ HÊZA KIRÎNÊ NEMA YE’   Ji esnafan Mûrat Aslan got ku ev sê hefteye sîfteh nekiriye û ev tişt anî ziman: “Tişt her roj bihatir dibin û ev yek bandoreke neyînî li ser her kesî dike. Di demên berê de sal bi sal zem dihatin kkirin lê niha hema hema her roj tên kirin. Em êdî nikarin kar jî bikin. Ji ber ku hêza kirînê ya gel nema ye. Tu qîmetekî lîreyê tirk nema ye. Heke ev krîza wiha bidome, dê gelek dikan derabeyên xwe bigirin. Ji ber ku em nikarin tiştên xwe bifiroşin, em nikarin kirêyên xwe jî bidin. Niha kirêya herî kêm 12 hezar TL ye. Em nizanin dê ev rewş heta kengî bidome. Divê teqez çareseriyeke jê re bê peydakirin.”    ‘MIROV NIKARIN NANEKÎ BIBIN MALA XWE’    Ji welatiyan Husrat Teknas jî got ku xelk ketiye rewşekî wisa ku nema dikare nanekî bibin malên xwe û wiha pê de çû: “Her tişt gelek biha ye. Zarokên ji mal derdikevin dixwazin tiştekî bikirin lê ji ber ku pere tune ye, nikarim jê re bikirim. Di demên berê de kesek dixebitiya û 10 kes xweyî dikir. Lê niha 12 kes jî bixebitin nikarin sexbêra malekî bikin. Heta vî emrê xwe cara ewil e rastî tiştekî wiha têm. Gelo ev dê heta kengî wiha bidome? Divê hikûmeta li ser serê me êdî biçe. Heke ew biçin, belkî tejbîrek li vî welatî bê kirin û çareseriyek bê dîtin.”    ‘DIVÊ ÎKTÎDAR BIÇE’   Welatiyê bi navê Mûsa Urkmez jî destnîşan kir ku her roj zem tên kirin û wiha got: “Em êdî nikarin tiştekî ji bo mala xwe bikirin. Her tişt pir biha ye. Êdî jiyan gelek zehmet ketiye. Me berê çi bixwesta dikirî lê di van salên dawî de nikarin tu tiştekî bikirin. Hema hema her roj em bi zeman hişyar dibin. Divê hikûmet biguhere û pergalek bê vî welatî. Ji ber ku bi vî awayî nadome.”    ‘ÇARESERÎ ŞANDINA ERDOGAN E’   Hamza Ak jî da zanîn ku roj bi roj bêhtir xizan dibin û destnîşan kir ku êdî tu qîmeta lîreyê tirk nema ye. Ak, bi lêv kir ku bihayê her tiştekî pir zêde ye û wiha pê de çû: “Em nikarin tu tiştekî bikirin. Sakoyê min diriyaye lê ji ber ku pereyê min nîne, nikarim biçim ji xwe re yekî nû bikirim. Welat di nava xizaniyê de ye. Ev krîz wiha nadome. Çareseriya vê ew e ku Erdogan biçe.”    ‘EM DIKAN BI DIKAN DIGERIN’   Welatiyê bi navê Îsmaîl Gumuş jî berteka xwe wiha nîşan da: “Bihayê her tiştî ewqas zêde bû ku em êdî nikarin tu tiştekî bikirin. Gelek kes hene dema bi şev diçin malê nikarin tiştekî bi xwe re bibin. Ji bo ku tiştên herî erzan peyda bikikn, di tevahiya rojê de em dikan bi dikan digerin. Tekane berpirsyarê vê rewşê hikûmet e. Divê êdî ev îktîdar biguhere. Heke neguhere dê rewşa welêt hêj xerabtir bibe.”    MA / Ercan Oksuz