'Berê vedişartin niha civakê ji şer re amade dikin' 2017-10-13 09:36:15 STENBOL - Desthilatdariya li Tirkiyeyê ji bo kirîna çekên nû û vebûna butçeyê bigire Bernameya Biqewl a Navîn aşkera kir. Aborînas Ozgur Muftuoglu bal kişand ser plana desthilatdariyê û ev tişt got: "Dewlet xerçkirinên şer û amadekariyên wê bi giştî bi veşarî dikin, naxwazin civak şerê wan bibîne. Lê îro civak ji şer re tê amadekirin." Desthilatdariyê Bernameya Biqewl a Navîn aşkera kir, lê ji hêlekê ve bertekên li dijî Baca Barkêşên Matorî (OTV) û Baca Xerçkirinê ya Taybet (OTV) ku tê xwestin derxin sedî 40 jî zêde dibin. Aborînas Ozgur Muftuoglu ev geşedanên dawî nirxand û aşkera kir ku enflasyon, vebûna derve e, bêkarî zêde bûye; ji ber wê aborî di tengasiyeke cidî de ye û wiha axivî: "Sedemeke girîng a vê yekê di warê aboriyê de afrênerî kêm e, hilberîn kêm e, her wiha di hêla din de di demên dawî de xerçkirinên ji bo çekan, serkêşiya vê yekê dikin."   Muftuoglu da zanîn ku desthilatdarî ji hêlekê ve bi Amerîkayê re hevpeymana balafiran, ji hêlekê ve bi Rûsyayê re peymana fuzeyan çê dike, ji ber wê jî çavkaniyeke zêde ya aboriyê ji bo van tê veqetandin û wiha pê de çû: "Di heman demê de ji bo ewlehiya navxweyî jî çavkaniyek zêde tê veqetandin. Aboriya Tirkiyeyê di vê rewşê de ye, bi giştî aboriyeke ji bo şer diçe. Di vir de tişta girîng ew e, Wezîrê Aboriyê bacê zêde dike û çekan dide nîşan."   'GEŞ BI BACA ŞER TÊ XIZANKIRIN'   Muftuoglu polîtîkaya zêdekirina bacê ya hikumetê û daxuyaniyên ku bi kirîna çekan ve tên girêdan jî nirxand û destnîşan kir ku dewlet bi giştî van xerçkirinan ji civakê veşarî dike, lê niha bi awayekî vekirî civakê ji şer re amade dikin û ev tişt got: "Wekî ku tê zanîn dewlet xerçkirinên xwe yên şer, kirîna çekan, bi veşarî amadekariya şer kirin, hemû ji civakê veşarî dikin. Ev ji bo bertekên civakê dernekevin holê tên kirin. Lê dema em îro mêze dikin, berovajiyê wê rewşek heye li holê. Daxuyaniyên ku hikumet dide bi vekirî civakê ji şer re amade dikin, şer wekî tiştekî asayî didin nîşan. Yanî dibêjin ku 'Em ê şer bikin, bacên we em ê di şer de xerc bikin, em ê zêdetir pere ji we bistînin, hûnê hêj zêdetir xizan bibin.' Bi van axaftinan gel amadeyê şer dikin."   'DIVÊ CIVAK PIRSA ÇIMA JI DESTHILATDARIYÊ BIKE'   Muftuoglu da zanîn ku divê civak hin lêpirsînan bike û herî dawî ev tişt anî ziman: "Divê sedema vî şerî çî ye û lêpirsîn bike. Ji hêlekê ve ev gel zarokên xwe dişîne şer, canê xwe dide, hem jî zêdetir xizan dibe. Divê sedema vê lêpirsîn bike. Heke vê lêpirsîn neke dê di demên pêş de Tirkiyeyê rojên xirabtir pêşwazî bikin."