Koperatîfa Çandiniyê xwest kargehên biçûk û koperatîf bên destekkirin 2024-06-03 14:18:15   ENQERE - Koperatîfa Çandiniyê ya li dijî enflasyona xurekê pêşniyarên xwe pêşkeşkirin, xwest ku kargehên biçûk ên malbatan û koperatîfên xweser bên destekkirin.    Pêkhateyên Kooperatîfên Çandiniyê, têkildarî bandora enflasyona xurekê ya li Tirkiyeyê ya li hilberîner û mezêxeran li Odeya Endezyarên Xurekê ya li Enqereyê daxuyanî da. Serokê Odeya Endezyarên Xurekê Yaşar Uzumcu, anî ziman ku li gorî rapora enflasyona Rêxistina Hevkarî û Pêşvebirinê ya Aboriyê (OECD) enflasyona xurekê ya li Tirkiyeyê bi awayekî ku nikare were kontrolkirin bilind bûye.    Uzumcu, da xuyakirin ku Endeksa Bihayê Xurekê ya Rêxistina Çandinî û Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) di meha Nîsanê de li gorî heman serdema par ji sedî 7,4 kêm bûye û endeksa buhayê xwarinê ya li Tirkiyeyê jî di meha Nîsanê de salane ji sedî 68,4 zêde bûye.   SEDEMA ENFLASYONA XUREKÊ   Uzumcu, wiha berdewam kir: “Bihayên xurekê yên kurewî ji ber derpêşa berhemên bingehîn xurt e dadikevin, li welatê me sedemên aborî, civakî, erdnîgarî û siyasî hene ku her meh li welatê me zêde dibin. Enflasyona xurekê ya bilind, bandorê li beşên hatineyên sabît û kêm dike, ku piraniya mezaxtinên giştî ji berhemên xwarinê pêk tên. Ev yek bi taybetî yek ji pirsgirêkên sereke yên welatên kêm pêşketî û yên pêşdikevin e.” Uzumcu, pêşniyarên ku weke Platfroma Çandiniyê ji bo çareseriya pirsgirêka xurekê amade kirine parve kirin.