Ji ber krîza aborî gel nikare dan û standina cejnê bike 2024-06-15 09:28:50   AMED - Welatiyên amedî dan zanîn ku ji ber kirîza aborî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin, ji sûkê destvala vedigerin malê. Dikandaran jî anîn ziman ku gel nikare wekî berê dan û standinê bike û gotin ku ew ji ber vê rewşê bêzar in.     Krîza aborî ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe girantir dibe. Ji ber kirîza aborî welatî hatinê asta ku êdî nikarin debara xwe bikin. Bi hatina Cejna Qurbanê re welatiyên ku diçin sûkê pêdiviyên cejne dabin bikin, ji ber bihabûnê destvala vedigerin malê. Her wiha bazirgan jî ji ber vê rewşe bêzar bûnê. Desthilata AKP-MHP'ê divê polîtikayên çareseriya krîza aborî pêş bixe lê belê berovajî vê yekê bi polîtikayên şer û tecrîdê krîza girantir dike. Tirkiye ji ber polîtikayên tecrîd û şer ji her alî ve ketiyê nav xitimandinekê û li her qadê jiyanê krîzek mezin heye û xwe dide nîşandan. Em bi welatî û dikandarên Amedê re yên li ser Cadeya Sakaryayê ya li navçeya Rezanê re li ser dan û standina cejnê axivîn.    Welatiya bi navê Songul Say tekildarî krîza aborî û bihabûnê wiha axivî: “Jiyan pir dijwar e. Em di kirê de dimînin, kirê jî pir biha bûne. Jiyan ji bo yên weke me rewşa wan a aborî ne baş, pir zahmet e. Ji berê jî krîzeke aborî hebû lê di van salên dawî de behtir kûrtir bûye. Li gor sala par her tişt 2 qat, 3 qat zêde bûye. Edî em nikarinê pêdiviyên xwe dabin bikin. Me nekarî ji bo cejne ji xwe re tiştekî bistînin. Em incax dikarin 2 kilo şekir bikirin.”   ‘DIVÊ DESTHILAT BIGUHERE’   Dikandar Kadîr Taştekîn jî diyar kir ku ji berê dan û standina gel hêj zedetir bû û da zanîn ku niha edî tu kes ji bo tiştekî bikire nayê. Taştekin bertek nîşanî qirîza aborî da û ev tişt gotin: “Nava dikana me bêrê di cejnan de tije dibû. Lê niha ji ber qirîza aborî kes nayê tiştekî nakirê. Dikan virt û vala ye. Tişte ku me ji berê difrot niha em nikarin bifroşin. Ji bo ev kirîza aborî çareser bibe divê desthilat biguherê. Heta ev desthilat nayê guherandin krîza aborî jî çareser nabe. Em wek esnaf dixwazin ku bacê kêm bikin. Heke bac kêm bibin em ê jî bihabûnê kêm bikin û gel wê karibe dan û standinê bike.”   ‘JI BER ŞER KRÎZ MEZIN DIBE’   Baran Kiziltepe yê ku ji bo dan û standina cejnê hatibû sûkê jî bi lêv kir ku ji ber bihabûn û krîza aborî ew ji sûkê destvala vedigerin malê û ev tişt gotin: “Berê xweş bû, me dikarî pêdiviyên xwe dabin bikin. Lê edî kes nikare tiştekî bikire. Krîzeke mezin heye. Ji ber şer krîza aborî kûr dibe.”    Welatiyê bi navê Abdullah Yildiz jî gilî û gazînên xwe yên li dijî bihabûnê anî ziman û got ku berê milet di Cejna Qurbanê de goşt dixwar lê niha nikare tiştekî bikirin.   ‘HERTIŞT 2 QAET ZÊDE BÛYE’   Ji dikandarên li cadeyê Muhammed Atman destnîşan kir ku tiştê wan di destê wan de dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku her tim zem tê bihabûn jî zede dibe, dema bihabûn zêde dibe gel jî nikarê dan û standinê bike. Heke gel nikaribe dan û standinê bike, em jî nikarin debara xwe bikin. Heke bac kêm bibin û her roj zem neyên kirin, gel jî wê bikaribe dan û standinê bike em jî wê bikaribin debara xwe bikin. Bihayê her tiştî li gor sala par 2 qat zêde bûne.”   ‘EM NIKARIN PÊDIVIYÊN XWE BIKIRIN'    Welatiya bi navê Ayten Akkuş jî anî ziman ku ji ber bihabûnê ew nekariye ji sûkê tiştekî bikirê û wiha got: “Em bi darê zorê debara xwe dikin. Her tişt pir biha bûye. Tenê me karî zaroka xwe re tîşortekî bikirin. Li malê tenê hevjînê min dixebitê. Wê besî çi bike? Her tişt pir biha bûye. Berê me dikaribû debara xwe bikin lê niha em nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî, rojane jî dabîn bikin.”   ‘HER TIŞT BIHA BÛYE’   Ciwanê bi navê Polat jî anî ziman ku ji ber bihabûnê ew nikariye ji xwe re cilan bikire û wiha bertek nişan da: "Ez nikarim tiştekî bikirim. Ji ber krîza aborî ciwan nikarin li pêy xeyal û daxwazên xwe biçin. Gel heta tiştekî dikire sed carî difikire. Ji vê seatê şûn ve baweriya min nîne ku kirîza aborî çareser bibe.”   Welatiya bi navê Hasîbe Yîgit jî rewşa xwe bi van gotinan anî ziman: "Cejn hatiyê lê em nikarin tiştekî bikirin. 2 zarokên me hene lê em nikarin ji wan re tiştekî bikirin.”   MA / Mahmut Altintaş