Dan û stendina cejnê ya Wanê: Em nikarin ji zarokan re cilan bistînin 2024-06-15 13:39:24   WAN - Hin welatiyên ji Wanê yên derketine dan û stendina cejnê destnîşan kirin ku ew ji ber bihabûnê nekarîne ji zarokên xwe re cilan jî bistînin.    Welatiyên ji Wanê ên ji bo cejna derketine sûkê ji bihabûnê bêzer bûne, anîn ziman ku ew nekarîne pêdiviyên xwe yên sereke çareser bikin. Orhan Aydin anî ziman ku ew ji ber neçariyê derketine dan û stendina cejnê û wiha got: “Ji ber di berîka tu kesî de pere nîn e, nikare dan û stendinê bike. Gelê me wekî her car cejnê bi awayekî xemgîn pêşwazî dike. Di salên borî de min 15 kîloyên şeklameyan distend lê belê ji ber krîza aborî min tenê karî 5 kîloyan bistînim. Ew jî ji neçariyê. Aboriya Tirkiyeyê têk çûye. Xwarin, vexwarin, dizîn, berdêla wê jî gel dide. Mesele ev e.”    ‘SEDEMA BIHABÛNÊ DESTHILAT E’   Salih Uren anî ziman ku ew ji ber bihabûnê nekariye qurbaniyekî bistîne wiha axivî: “Êdî tu kes nikare tiştekî bistîne. Aborî gelek xirab e. Her kesek pirsgirêka debarê dikêşe. Cejn gelek xweş in lê ne di vê rewşê de. Min neşiya di vê cejnê de ji zarokan re tiştekî bistînim. Ez teqawit in û 10 hezar lîre mûçeyê distînim. Min bi 2 hezar lîreyan ji bo cejnê xerc kir lê bi vî pereyî tiştek pê nayê. Sedema vê bihabûnê yên di serî de ne. Ji ber tenê xwe difikirin. Çareserî di guherîna desthilatê de ye. Her ku ev pergal neyê guherandin dê ev rewş domdor be.”    ‘JI BO CILÊN ZAROKAN PEREYÊ MIN NÎN E’   Rahmet Mîrak da zanîn ku êdî cejnên berê bûne dîrok, diyar kir ku kîloyekî şeklameyan li gorî cejna Remezayê bûye du qet û wiha got: “3 zorakên min hene lê belê pereyê min nîn e ku ji wan re cilan bistînim. Ez di înşeatê de dixebitim û dahatuyekî min a domdar nîn e ji ber ku rojekê dixebitim, rojekê naxebitim. Her sal dibêje ‘Ez ê aboriyê çareser bikim’ lê çareser nake. Heya ku desthilat neguhere dê aborî çareser nebe.”     ‘MIROVAN DIXAPÎNIN’   Welatî Cuneyt Vecan jî wiha got: “Sibê cejn e lê belê gel nikare tiştekî bistîne. Malekî ku bi 8 kesan pêk tên dê çawa bi mûçeya kêmtirîn debara xwe bike. Tevî ku tişt ketine erzaniyê jî nayên kirîn. Sedema vê bihabûnê pergal e. Zemê li mûçeya kêmtirîn dikin lê belê di heman demê de her tiştek jî biha dibe. Kîloyekî bacanên sor bûye 30-40 lîre. Pêlav bûne 400-800 lîre. Bi gotina ‘Min mûçeya kêmtirîn zêde kir’ tenê mirovan dixapînin. Lê belê tiştek neguhere. Jixwe êdî kes nikare ji bo mala xwe goşt bistîne.”    ‘MIN NEŞIYA KÊFA ZAROKÊN XWE XWEŞ BIKIM’   Bavê 5 zaroka Celal Aslan anî ziman ku ew ji ber bêperetiyê nekariye ji zarokên xwe re di vê cejnê de tiştekî bistîne, ji ber ve yekê jî xemgîn e. Aslan da zanîn ku ew ji ber nexweşiya nekariye kar bike û wiha got: “Nexweşiyên min ên gurçik, şekir û tansiyonê hene. Em bi mûçeya hevjîna min a bi 3 hezaran debara xwe dikin. Ji ber sala min min ji zarokên xwer re cilên cejnê stendibûn kêfa wan hatibû. Lê belê îsal bihayê her tiştî bûye agir. Hêj em nikarin şeklameyan bistînin dê zarok çawa cilan bistînin.”    ‘SEDEMA KRÎZÊ PERGAL E’   Tevî welatiyan karsaz û firoşkaran jî anîn ziman ku ew ji ber krîza aborî gelek bandor bûne. Firoşkarê seyar Şaban Azdir ev tişt gotin: “Pantorê ku ez difiroşim di dikanên konfeksiyonê de nêzî 5 hezar lîreyan e. Tevî ku li cem me bihayê wê 200 lîreyan e jî tu kes nastîne. Rewşa gel qet nebaş e. Di salên berê de min her roj 100 pantor difirotin lê belê îsal ev 3 roj in min tenê 30 pantor jî nefirotin. Ji ber her tiştek gelek biha bû mirov tenê dikarin pereyên xurekan razî bikin. Li malê ez tenê dixebitim û lêçûnên min ên mehane nêzî 15 hezar lîre ne. Ji avabûna komarê heya niha aboriya Tirkiyeyê qet baş nebû. Sedema vê yekê pergal in.”   ‘EM SÊ KES DIXEBITIN LÊ NIKARIN DEBARA XWE BIKIN’   Firoşkarê seyar Emrûllah Bayazsû anî ziman ku ji bo ku welatî karibîn bistînin bihayê şeklemeyên cejnê daxistine 100 lîreyan û wiha got: “Li gorî sala par bihayê tiştan bilind e û kes nikare tiştekî bistîne. Salên berê welatiyan 10-15 kîloyên şeklameyan distendin lê belê di vê cejnê de tenê dikarin 2 an jî 5 kîloyan bistînin. Ji ber em nikarin bifiroşin, em jî bandor dibin. Em di malê de 8 kes in û tevî ku 3 kes dixebitin jî ji ber bihabûnê em nikarin debara xwe bikin. Ma em pereyan bigihînin avê, an ceyranê an xaza xwezayî? Ji ber bac zêde ne bihayê her tiştî zêde ye. Em çi bifiroşin jî pereyê dikeve destê me têrî lêçûnên me nakin.”   Firoşkarê seyar Cîhat Dûrak jî ev tişt gotin: “Em ji serê sibê ve ye ku hewl didin li vê derê cilan bifiroşin lê ji ber ku kes nikare tiştekî bistîne, ji serê sibê ve min tenê bi bihayê 200 lîreya tişt firotin. Cejna derbasbûyî hinekî din batir bû lê belê her ku diçe her tişt xirabtir dibe.”