Wesayîta karkeran qeza kir: 3 jê bi giranî 8 kes birîndar bûn 2024-06-25 15:28:39   AMED - Li Bismilê komyoneta karkerên çandiniyê dibir qeza kir û di qezayê de 3 jê bi giranî 8 kes birîdar bûn.    Li navçeya Bismila Amedê komyoneta karkerên demsalî yên pembûyê dibir bi wesayîtekî re li hev ketin. Di qezaya trafîkê de 3 jê bi giranî 8 kes birîndar bûn. Li gorî agahiyên bi dest ketine qeza di dema nîvro de pêk hat û kamyoneta bi plakaya 60 ABU 692 a karkeran ji zeviyê dianî, bi wesayîta plakaya 54 KZ 080’an re li derdora taxa Akpinarê ser û ser li hev ketin.   Piştî agahîdayinê tîmên agirkujî û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar piştî mudaxileyên ewil sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê hatin kirin. Dermankirina birîndaran didome.