Herêma Sefineyê ya dîrokî bi dînamîtan tê tunekirin 2024-06-28 11:15:30   ŞIRNEX - Herêma Sefîneyê ya Cûdî ku weke cihê Keştiya Nûh lê danî tê zanîn, ji hêla şîrketên AKP’iyan ve bi dînamîtan tê tunekirin.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî xweza, çand û ekolojiya bakurê Kurdistanê bênavber didomin. Bi sala ye herêmên Cûdî, Besta û Gabarê yên Şirnexê di hedefa artêşa tirk û cerdevanan de ye. Li hêla din şîrketên komir, xîz, petrol û hwd. ên nêzî AKP’ê jî xwezaya Şirnexê talan û wêran dikin. Yek ji van şîrketan jî şîrketa Parlamenterê AKP'ê yê Mêrdînê û karsazê AKP’î Suleyman Bolûnmez e ku weke berpirsyarê talana li herêmê tê naskirin. Şîrketa Bolunmez a derxistina komirê, li herêma Sefîne ya Cûdî ku cihekî dîrokî û girîng e, ji bo derxistina komirê dînamîtan diteqîne. Herêma Sefîneyê weke cihê Keştiya Nûh lê sekinî tê zanîn û ji ber teqandina dînamîtan zirareke mezin digihijê.    Di wêneyên li herêmê hatine kişandin de talana ekolojîk a li vê qadê hatiye kirin bi eşkereyî tê dîtin. Dînamît ji bo bidestxistina komirê li cihên cuda yên çiyê tên teqandin û zirareke mezin dide xwezayê. Kevirên ku di dema teqînan de gêr dibin û belav dibin, bi maşîneyên mezin ên înşaetê ber bi kanê ve tên veguhestin.