Li ber tava havînê tevrikê dikin 2024-06-29 09:16:56   AMED - Li Bismilê jinên ku ji bo debara malbata xwe bikin li ber tava havînê tevrikê dikin, anîn ziman ku heqdesta wan têra pêdiviyên wan ên rojane jî nakin.    Li navçeya Bismil a Amedê jin, saet ji 5'ê şeveqê heya 4'ê êvarî li nava zeviyan bi 570 TL'yî dixebitin. Karkerên ku li ber tava havînê tevrikê dikin, her roj bi qamyonê diçin nava erd. Karkerên ku piraniya wan xwendekar û extiya rin, heqdesta wan têra deara wan nake.    Jinan anî ziman ku heqdesta wan têra pêdiviyên wan ên rojane nake.    Mekiye Ondeş (25) ku bi 570 TL'yî tevrika pembo dike, diyar kir ku bi vî pereyî hewl dide 7 xwişk û birayên xwe xwedî bike. Ondeşê diyar kir ku tim ka rbi dest wan nakeve û got ku lê mecbûr e debara malbata xwe bike.    Fatîme A. (17) ku hevalên wê amadekariya zanîngehê dikin, lê ew tevrikê dike da zanîn ku ew neh xwişk û bira ne û got ku li malê kesekî/e ku bişixule tune ye. Fatîme A. got: "Li malê kes naxebite. Bavê min jî wekî min karê demsalî dike. Heqdestên me têra me nakin. Têra lazmatiyên me yê rojane jî nakin. Lê ji ber ku kar tune ye, em ji mecbûrî tên ber vê tavê dixebitin."    Çawîşê karkeran Mehmet Ozer jî diyar kir ku 25 karkeran dide xebitandin û bang li rayedaran kir ku ji bo ciwanan derfetên kar peyda bikin.