Bi zemên hatine kirin re xetên mînîbûsan dan ber firotinê 2024-06-30 11:28:39   WAN - Ji ber zemên li sotemeniyê tên kirin, ajokarên karê veguhestinê yê nava bajar dikin êdî nikarin bixebitin. Ajokarên mînîbûsan ên Wanê gotin ku êdî qezenca wan nema ye lewma xetên mînîbûsên xwe dane ber firotinê.    Krîza aborî bandora xwe li hemû qadan dike û di rewşekî wiha de di 25’ê hezîranê de ji bo benzînê 2 TL, ji bo koma motorînê jî 1,68 TL zem hate kirin. Di 29’ê hezîranê de cara duyemîn ji bo sotemeniyê zem hate kirin. Bi guherînên nû re ji bo benzîn û komên motorînê 13 qirûş zem hate kirin. Ji ber zemên nû, ajokarên mînîbûsan zehmetiyên mezin dijîn.    Li Wanê heqê rê yê tam bi 13,50 TL’an, yê xwendekaran jî 10 TL ye. Ajokarên mînîbûsan dibêjin ku lêçûnên wan zêde bûne û dahat û lêçûn hev nagirin lewma nikarin bixebitin.    ÎPEK: EM ÊDÎ NEMA DIKARIN BIXEBITIN    Serokê Kooperatîfa Mînîbûsan a Hejmar 2 ya Wanê Sûat Îpek got ku zema ji bo sotemeniyê hatiye kirin tê wateya zema nû ya ji bo gelek qadan û ev tişt anî ziman: “Lêçûnên mazot, pîşesazî, ajokar û bacê pir zêde ne. Em êdî nikarin mînîbusan bidin xebitandin. Dema em serê sibehê dest bi kar dikin, heta êvarê 3 hezar lêçûn çêdibe. Ji bo çareseriya pirsgirêkê divê bacan kêm bikin. Her wiha dema bihayê mazotê kêm bû, dê bihayê her tiştên din jî kêm bibe. Cihê ku sotemenî lê biha, her tişt ji ber xwe ve biha dibe. Ji ber ku her tişt girêdayî sotemeniyê ye.”   ÊDÎ XELK BI MEŞÊ TÊ Û DIÇE    Îpek, da zanîn ku ji ber krîza aborî welatî nikarin heqê mînîbûsê bidin û wiha pê de çû: “Di demên berê de her wesayîtekê 15 sefer dikirin lê niha 5’an dike. tenê SGK ya ajokarekî 7 hezar TL ye. Ê em ewqas qezenc nakin ku prîma SGK’ê bidin. Em salê 4 caran bacê û pereyê bandrolê didin. Ev zem bandorê li rêwiyan dike. Êdî rêwî ji ber zeman nikarin rêwîtiyê bikin. Bi meşê tên û diçin.”    Ajokarê mînîbûsê Muhammed Abî jî got ku qezenca wan a rojane ji bo mazotê diçe. Abî, wiha domand: “Ne em ne jî xwediyê heq qezenc dike. Ji ber zemên li sotemeniyê hatine kirin, em nikarin êdî bixebitin. Heqê nava bajar niha 13,50 TL ye. Ev fiyet me xelas nake û divê herî kêm 20 TL be. Lêçûnên me yên pîşesaziyê û hwd. me zêde didin zorê.”    MÎNÎBUS DANE BER FIROTANÊ   Ajokar Veysel Yazlik jî diyar kir ku qezenca wan tune ye lewma xetên mînîbusan dane ber firotanê. Yazlik, wiha got: “Lêçûnên me pir zêde ne û xwediyên plakayê qet qezenc nakin. Rê gelek xerab in û wesayîtên me xerab dibin. Em jî ji ber lêçûnên zêde dê ji şaredariyê bixwazin ku heqê rê zêde bikin. Heta niha herî kêm 10 xetên mînîbûsê dane ber firotinê. Lêçûnên lênihêrîn û temîrê yên wesayîtan jî bi qasî sotemeniyê biha bûne. Sê sal berê ji bo nûkirina motorê 10 hezar lîre me dida lê niha 150 hezar TL ye. Lastîka herî xerab jî derdora 3-4 hezar lîre ye. Li hêla din hatin û çûna xwendekarekî bi 30 TL’an e. Xwarin û vewxwarin jî ser re. Heke li mala kesekî bi kêmtirîn mûçeyê dixebite 3-4 xwendekar hebin, ev kes nikarin xurek jî bikirin. Van zeman hem em hem jî welatî xistine rewşeke nebaş.”    Ji ajokaran Şiyar Kaba jî diyar kir ku piştî agahiya zeman hejmara mînîbusan ketiye û wiha bi dawî kir: “Dema mirov bi du sal berê dide ber hev, ferqekî mezin heye. Heke di malekê de rojane 5 kes mînîbûsên nava rojê bi kar bînin, ev mehane dibe 4 hezar TL. Dema mazot biha bû ji her tiştekî re zem tê. Li vir kesek pereyan qezenc nake lewma xwediyên xetan xetan didin kirê.”