ENAG: Di meha hezîranê de enflasyon ji sedî 4,27 zêde bû 2024-07-03 11:17:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî TUÎK’ê di meha hezîranê de enflasyon ji sedî 1,64 e û ENAG’ê jî got ku enflasyon bû ji sedî 4,27.    Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyonê yên meha hezîranê eşkere kir. Li gorî vê; Endeksa Bihayê Mezêxer (TUFE) di mehê de ji sedî 1,64 zêde bû û enflasyona salane jî bû ji sedî 71,60. Aborînas li bendê bûn ku di meha hezîranê de TUFE ji sedî 2,28 zêde bibe û ya salane jî bibe ji sedî 72,68. TUFE, di meha gulanê de li gorî salê derket ji sedî 75,45’ê.    Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) jî daneyên enflasyonê yên meha hezîranê parve kir. Li gorî ENAG’ê, Endeksa Bihayê Mezêxeran (E-TUFE) di meha hezîranê de ji sedî 4,27 zêde bû. ENAG’ê ragihand ku enflasyona salane jî bû ji sedî 113,08. Rêjeya enflasyonê ya 6 mehên ewil ên sala 2024’an weke ji sedî 41,16 hate hesabkirin.    Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha hezîranê bû ji sedî 1,64.     Rêjeya zemê ya ku dê ji bo mûçeyên memûr û memûrên teqawid were kirin, li gorî zema peymana komî û ferqa enflasyonê were hesabkirin. Li gorî TUÎK’ê rêjeya enflasyonê ya 6 mehên ewil ji sedî 24,73 e û dê ji bo memûr û memûrên teqawid jî ji sedî 19,31 zem were kirin.