Xelk ji ber bihabûnê bêzar bûye: Em nikarin hewcedariyên xwe bikirin 2024-07-08 09:03:30   RIHA - Li Rihayê welatî li sûkê û bazaran ji zemên tên kirin bi gilî û gazin in û diyar kirin ku ew nikarin hewcedariyên xwe yên rojane dabîn bikin.    Li navenda Rihayê û navçeyên wê rêjeya betalî û feqîriyê di astên herî jêr de ne. Yek ji bajarên herî zêde feqîrî lê heye jî Riha ye. Zemên di hefteyên dawî de li her tiştî tê kirin, xelkê û dikandarên li Rihayê û navçeyên wê bêzar kiriye. Li navçeya Hîlwanê ya Rihayê têkildarî rewşa aboriyê ji ajansa me re axivîn û welatiyan destnîşan kir ku ew nikarin pêdivî ango hewcedariyên xwe yên rojane dabîn bikin.    'EZ Ê JI NEÇARÎ JI ZAROKAN JI DIBISTANÊ BIGIRIM’    Ramazan Beyazdaş (54) ê bavê 4 zarokan ku di karên rojane yê înşeatan de dixebite diyar kir ku her roja diçe ew nikarin tiştekî bikirin û ew li ser yewmiyeya debara xwe bi zorê dike. Beyazdaş da zanîn ku ew sala par yewmiyeya wî hezar û 500 lîre bû û îsal jî heman yewmiyeyê digire û got: “Em nikarin hewcedariyên xwe bikirin. Sala par kîloya goşt 300 lîre bû qet nebe me carna dikaribû bikiriya, lê îsal bûye 600 lîre û em nikarin bikirin. Ez êdî hatime wî halî ku nikarim li zarokên xwe binêrim. Heke rewş wisa bidome ez ê zarokên xwe ji dibistanê bigirim û neçar bibim ku wan bişînim xebatê.”    'BI XIRAMAN DIKIRIN’    Ferhat Unduç (51) ê ku 17 sal in karê seyarfiroiyê dike jî da zanîn ku ew li 6 zarokan dinêre û her sal bi zêdebûna enflasyonê re ew feqîr dibin û got: “Berê yewmiyeya me ji vî karê seyarfiroşiyê derdiket. Lê îsal yewmiya me jî dernakeve. Xelkê berê 4-5 kîlo mûz dikirîn. Îsal nîv kîlo dikirin. Hin kes qet nakirin. Berê xelkê bi qaseyan fêkî û sebzeyan dikirî. Lê niha xelk bi xiraman dikire. Ev demek dirêje me goştê sor nexwariye.”    'EZ JI MARKETÊ DESTVALA VEGERIYAM MALÊ’    Şeyhmûs Boguç ê ku çerezfiroşiyê dike jî da zanîn ku sala par wî kîloya çerezan bi 30 lîreyî dikirî îsal kîlo bûye 80 lîre. Boguç anî ziman ku êdî mirov nikarin çerezan jî bikirin û wiha got: “Êdî em nikarin qezencekî bikin. Duh min 300 lîre qezenc kir û ez bi wî pereyî çûm marketê. Ez dest vala ji marketê vegeriyam malê.”    'ÊDÎ ME TEHMA GOŞT JI BÎRA KIRIYE’    Îlyas Kûtlû yê karê tekstîlê dike jî wiha got: “Sala par tîşortê me dikirî, îsal em bi du qatî biha dikirin. Sala par tîşortê me bi sed lîreyî difirot îsal em bi du sed lîreyî difiroşin. Mişterî nikarin tiştekî bikirin. Rewşa aborî li ser me bandorek neyînî dike. Em nikarin ji bo mala xwe tiştekî bikirin. Em nikarin goşt bikirin bibin malê. Me êdî tehma goşt ji bîra kiriye.”