Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin 2024-07-08 11:43:26 ŞIRNEX - Li navenda Şirnexê ji bo heqê rêyan ji sedî 30 zem hate kirin.    Ji bo heqê rê yê navenda Şirnexê û navçeyê wê yên Cizîr, Basa, Hezex, Silopiya, Qileban û Elkê zem hate kirin. Li ser serlêdana odeyên pîşeyî yên girêdayî Yekitiya Odeyên Esnaf û Zinaetkaran a Şirnexê, ji bo heqê rêya navbera navçeyan zem hate kirin.    Bi zema dawî re heqê rêyan wiha ye:    * Şirnex - Cizîr: 80 TL   * Şirnex - Silopiya: 120 TL   * Şirnex - Qileban: 90 TL   * Elkê - Cizîr: 250 TL   * Silopiya - Xabûr: 20 TL   * Silopiya - Cizîr: 70 TL   * Cizîr - Hezex: 60 TL   * Cizîr - Basa: 100 TL