Çalakiya ‘We cotkar kuştin, cenezayê rakin’ 2024-07-31 16:22:20 ÎZMÎR - Cotkarên ji Kinikê yên hilberîna bacanên sor kirine, bertek nîşanî fîrmayên bihayê bacanên sor ên wek 5 lîre hatiye diyarkirin, daxistine 1,5 lîreyan, dan û bi darbestê li ser “We cotkar kuştin, cenazeyê rakin” ber bi qeymaqamtiyê ve meşiyan.    Li Kinaka Îzmîrê cotkarên hilberîna bacanên sor kirine li dijî kêmkirina bihayê bacanên sor ku wek 5 lîre hatibû diyarkirin û fîrmayan daxistiye 1,5 lîreyan, daxuyanî dan. Cotkarên bi traktorên xwe hatine qada çalakiyê bi darbesta li ser “We cotkar kuştin, cenazeyê rakin” dinivîsand ber bi Qeymeqamtiya Kinikê ve meşiyan.