Îdiaya TUÎK’ê: Enflasyona salane daket ji sedî 61’an 2024-08-05 10:34:40   ENQERE - ENAG’ê enflasyona salane wek ji sedî 100,88  eşkere kir. TÛÎK’ê îdia kir ku enflasyona salane daketiye ji sedî 61,78’an.   Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TÛÎK) daneyên enflasyona meha tîrmehê parve kir. Li gorî TÛÎK’ê enflasyon di meha tîrmehê de, li gorî meha pêş ji sedî 3,32; li gorî meha kanûnê ya sala par jî ji sedî 28,76; li gorî heman meha sala par ji sedî 61,78; li gorî 12 mehên salekê jî wek ji sedî 65,93 çêbûye.    ENAG: JI SEDÎ 100,88   Li gorî daneyên Koma Lêkolîna Enflasyonê ya Serbixwe (ENAG) jî enflasyon, li gorî meha pêş bû ji sedî 5,91; wek salane jî bû ji sedî 100,88.