Hem hilberîner hem cotkar zehmetiyê dikişînin 2024-08-06 09:15:03 RIHA - Li Taxa Kulapli ya Curnê Reşê ji ber qutkirina ceyranê û ziwabûna bîrên avê, piraniay firingiyan hişk bûn. Ji ber vê hilberîner xisirîn û karker jî ji ber ku beramberiya keda xwe bi dest nexistin gazinc kirin.  Li gundê Kulapli yê navçeya Curnê Reş a Rihayê, qismek firingiyên cotkaran li nav zeviyan man. Tax 3 kîlometre dûrî Bendava Ataturkê ye. Lê heta îro ji gola bendavê tu cihokek avê ber bi taxê ve nehatiye çêkirin. Ji ber vê sedemê cotkar hewl didin zeviyên xwe bi ava ku ji bîrên kolandine av bidin. Gelek caran qutbûna ceyranê û ziwabûna hin bîran avdana zeviyan gelek zehmet kir. Ji ber kêmbûna avê piraniya firingiyan ziwa bûne. Ligel hemû neyînîyan jî cotkar bi firingiyên di dest de mayî hewl didin debara xwe bikin.   COTKAR XISIRÎ   Ji cotkaran Mehmet Îdî (58), destnîşan kir ku çendî maliyeta firingiyan zêde bûye jî fiyetê wan zêde nebûne. Îdî ragihand ku ji 17 kîlo firingiyên avî, kîloyek firingiyên hişk bi dest dixin û got: "Kîloya wan bi 70 lîreyî ye. Ji ber ku firingî hişk bûne heqdesta karkeran jî dernayê. Kîloya firingiyan li nava zeviyê bi 4 lîreyan e, lê li bazarê bi 15 TL'yan e. Ne em, navbeynkar qezenc dikin."    Îdî bilêv kir ku nêzî bendavê ne, lê dîsa jî pirsgirêka avê heye û got: "Bîrên ku em dikolin jî ziwa dibin. Em ji ber ceryanê ku tim tê qutkirin nikarin zeviyên xwe av bidin. Hem zêdebûna heqdesta karkeran hem jî zêdebûna fiyetê mazot, gubre û dermanan me dixisrîne."    COTKARÎ LI BER QEDANDINÊ YE   Cotkar Îsmaîl Nîte (54) jî bilêv kir ku cotkarî li ber qedandinê ye. Nîte da zanîn ku ew ji zarokatiya xwe ve cotkariyê dike û got: "Ger em dest ji vî karî berdin em ê nikaribin karekî din bikin. Her diçe xisara me zêde dibe. Di bîran de av nema. Ji bendavê jî avê nadin me. Ez ketime wê etrê ku ez ê çawa zarokên xwe bişînim dibistanê. Halê cotkaran ne xema dewletê ye."    Hayriye Îdî (56) jî anî ziman ku tekane debara malbata wan a 12 kesî berhevkirian firingiyan e û got ku hqedsta wan 550 TL ye. Îdiyê got: "Em beranberiya keda xwe nastînin. 4 zarokên min hene. Nexweşên min hene. Heqdesta me têr nake."    Rûkiye Îdî (21) bilêv kir ku ji ber rewşa aborî dest ji dibistanê berdaye û û got ku ji bo xwişk û birayên wê bixwînin li nava zeviyan dixebite.