Di nava 11 salan de 407 karkerên xurekan jiyana xwe ji dest dan 2024-08-11 12:29:01 STENBOL - Li gorî rapora ÎSÎG’ê, di nava 11 salan de di baskê kar ê xurekan de herî kêm 407 karkeran jiyana xwe ji dest dan.  Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) da rapora xwe ya têkildarî cînayetên kar ên di navbera salên 2013 û 2024’an di sektora xurekan de qewimîn eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku ji sala 2013’an heta niha herî kêm 407 karkerên jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku ji van 407 karkeran 374 jê zilam, 33 jê jin, 24 zarok û 28 jî penaber bûn.    Hat gotin ku ji van karkeran 42 jêyan li Stenbolê jiyana xwe ji dest dane. Bi domdarî hat diyarkirin ku ji sedî 20’ê karkeran ji ber eciqîn û hezazê, ji sedî 17’an ji ber qezayên trafîk û servîsê, ji sedî 11’an ji ber ketina xwarê ya ji bilindahiyê, xeniqîn û jehrîbûnê û ji sedî 9’an jî ji ber teqîn û şewitînê jiyana xwe ji dest dane.