TUÎK: Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 305 hezar kesan 2024-08-12 10:52:06 ENQERE - Li gorî daneyên TUÎK’ê yên meha hezîranê, 234 hezar kesên din bêkar man û hejmara bêkaran li gorî mehek beriya hezîranê derket 3 milyon 305 hezar kesan.    Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) encamên Lêkolîna Hêza Kar a Navmaliyan eşkere kir. Li gorî vê; 234 hezar kesên din ên temenê wan 15 salî û bi ser vî temenî de bêkar man û hejmara bêkaran li gorî mehek beriya hezîranê derket 3 milyon 305 hezar kesan. Rêjeya bêkariyê ji sedî 0,7 zêde bû û derket ji sedî 9,2’yê. Di nav zilaman de rêjeya bêkariyê ji sedî 7,6 û ya jinan jî weke ji sedî 12,4 hate texmînkirin.    HEJMARA KESÊN TÊN ÎSTÎHDAMKIRIN KÊM BÛ      Li gorî meha beriya hezîrana 2024’an, 341 hezar kes di meha hezîranê de ji kesên dihatin îstîhdamkirin kêm bûn. Bi vê yekê re rêjeya kesên dihatin îstîhdamkirin ji sedî 0,6 puanan kêm bû û daket ji sedî 49,3. Ev rêjeye di nav zilaman de weke ji sedî 66,9 û ya jinan jî weke ji sedî 32,1 hate texmînkirin. Li gorî mehek beriya meha hezîranê, 107 hezar kes di hezîrana 2024’an de ji hêza kar kêm bûn û hêza kar daket 35 milyon û 827 hezar kesan. Rêjeya wê jî ji sedî 0,2 puanan kêm bû û daket ji sedî 54,4. Rêjeya tevlibûna hêza kar di nav zilaman de ji sedî 72,4 û di nav jinan de jî bû ji sedî 36,7.