Benzîn carek din hat bihakirin 2024-08-15 08:52:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Carek din benzîn hat bihakirin. 85 qirûş li bihayê lîtreya benzînê hat zêdekirin.    Pêla bihakirina sotemeniyê berdewam dike. Bi zêdebûna enflasyonê re zemên nû jî tên. Benzîn carek din hat bihakirin. 85 qirûş li lîtreyek benzînê hat zêdekirin. Piştî bihakirina benzînê li Amedê lître bi 45 lîre û 94 qirûş, li Stenbolê jî 44 lîre û 54 qirûş, li Enqereyê 44 lîre û 95 qirûş, li Îzmîrê 45 lîre 41 qirûş, li Antalyayê 45 lîre 76 qirûş, li Edeneyê 45 lîre û 70 qirûş û li Trabzonê 45 lîre û 66 qirûşî tê firotin.