Fistiqfiroşên Rihayê doza 'piştgiriyê' dikin 2024-08-17 09:52:18 RIHA - Serokê Odeya Şîrefiroş û Çerezfiroşan ya Rihayê Ahmet Aslan, anî ziman ku ew dixwazin desteka ji bo findiq û çayê tê dayîn ji bo ji bo fistiqan jî bê dayîn û got ku fistiqên Rihayê bê xwedî hatine hiştin.  Li Rihayê debra fistiqan didome. Fistiqên ku fiyeta wan ji aliyê bazirganan ve tên diyarkirin, dilê hilberîneran xweş nakin. Par fiyeta fistiqan bi 120 lîre bû lê îsal 102 lîre ye.    Serokê Odeya Şîrefiroş û Çerezfiroşan ya Rihayê Ahmet Aslan   Serokê Odeya Şîrefiroş û Çerezfirolan a Rihayê Ahmet Aslan diyar kir ku piyaseya fistiqan sekinî ye. Aslan da zanîn ku ji ber kêmbûna fiyeta fistiqan hem hilberîner hem jî dikandar mexdûr in û got: "Ji bo fistiqan nediyarkirina fiyetekî dibe sedema mexdûrkirina fistiqfiroş û dikandaran. Xwediyê fistiqên li Rihayê tune ye. Daxwaza me ew e ku çawa li Behra Reş ji bo findiq û çayê fiyet tê diyarkirin û destek tê dayîn, ji bo fistiqan jî heman tişt bê kirin."   Aslan da zanîn ku li Rihayê 45 milyon darên fistiqan hene û ev teqabulî ji sedî 45'ê hilberîna Tirkiyeyê dike û got: "Daxwaza me ew e ku xwedî li fistiqan bê derketin."   Aslan destnîşan kir ku ger piştgiriya fistiqên Rihayê bê kirin wê îstihdam zêde bibe û got: "Ger piştgiriya fistiqan bê kirin wê îstihdam zêde bibe û betaliya li bajêr pir kêm bibe. Wê piştgiriyeke mezin bide aboriya bajêr. Lewma divê her kes li gor qeweta xwe xwedî li fistiqên Rihayê derkeve."   MA / Emrûllah Acar