Karkerên ku heqê wan tê xwarin û dev ji kar berdan: Em ê dengê xwe bidin HDP'ê 2018-05-31 09:36:41 STENBOL - Karkerên ku ji ber şert û mercên neewlehiyî yên kar û nerazandina heqên mesaiyên wan 10 roj in kar dane rawestandin, diyar kirin ku ew ne kola, karker in û ew ê di hilbijartinê de dengê xwe bidin partiya ku li cem karkeran cih digire.  22 Karkerên ku li Buyukçekmeceyê di înşeata Projeya Bati Mahalê ku ji aliyê Şîrketa Anonîm a Berên Wêne û Elektronîkê ya Yalçinlarê ve tê çêkirin dixebitin, dest bi çalakiya rawestandina kar kirin. Karkerên Endamê Dev Yapi-Îşê ku di 21'ê Gulanê de ji ber newelehiya şert û mercên kar û nerazandina heqê mesaiyên wan, 9 roj in çalakiya devjêberdana kar dane destpêkirin. Çalakiya karkeran didome.    ‘EM NE KOLE, KARKER IN'    Karkeran diyar kir ku eger ew navê xwe bêjin ew ê ji kar bênd erxistin, loma ew navê xwe nadin. Karkeran got, tenê ew doza heqê keda xwe dikin. Karkeran, bilêv kir ku kardêr soz daye ku dê heqê wan zêde bike, lê belê soza xwe bi cih neaniye û gotin: "Her wiha kêmasiyên der barê ewlehî û tenduristiya kar de jî nehatin başkirin. Xwarin didan, lê dema me dixwar madeya me diaêşiya. Lepikên gelek hevalên me tune ne. Piştî 17.00'an mesaî li me dihat ferzkirin. Lê belê heqê mesaiyên me jî nedan." Karkeran anî ziman li ser vê yekê wan biryar daye ku ew kar rawestînin û 10 roj in wan kar daye rawestandin. Karkeran got: "Ew ne kole, karker in. Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."    ‘EM LI CEM HDP'YA KU WEKHEVIYÊ DIPARÊZE'    Karkeran, destnîşan kir ku niha li Tirkiyeyê bi navê azadî û wekheviyê tu tişt tune ye û gotin: "Kî li cem bindestan be em ê dengê xwe bidin wan. Em ê di hilbijartinê de dengê xwe bidin HDP'ya ku wekheviyê diparêze. Ji bo HDP, di bin bendavê de nemîne em ê dengê xwe bidin HDP'ê. Divê hemû kesên demokrasîxwaz li cem HDP'ê cih bigirin."