Bêqîmetbûna TL welatî perîşan kir 2018-05-31 09:39:41 AMED - Welatiyên ku ji ber krîza aborî nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin, diyar kirin ku lîreyê tirkî her diçe kêm dibe û ji ber vê tiştên berê bi 40 lîreyî dikirîn, niha bi zorê bi 100 lîreyî dikirin.  Krîza aborî ya ji ber polîtîkayên AKP'ê yên çewt rû dide, bandoreke neyînî li bêrîka welatiyan dike. Ji ber qûra dowîzî, lîreyê tirkî yê ku her diçe bêqîmet dibe tesîreke neyînî li jiyana rojana ya weltiyan dike. Welatiyên ku pêdiviyên xwe yên zebze û fêkiyan li bazaran peyda dikin, anîn ziman ku krîza aborî zêde bandor li wan kiriye.    'PEREYÊ ME TUNE YE'    Yûsûf Yillik, destnîşan kir ku ji ber krîza aborî welatî di bin sînorê birçîbûnê de dijîn û got: "Em birçîne. Em ji bo zebze hatin bazarê, lê pereyê me tune ye." Welatiyê bi navê Alî kaya jî diyar kir ku ew bi zor û heft bela debara xwe dike û got: "Gel bê kar û betal e. Pere tune ye. Em nikarin pêdiviyên xwe bikirin. Kêm zêde em hin tiştan dikirin, lê em nikarin zêde mesrfe bikin. Eger pereyê me hebe, em dixwazin her tiştî bikirin. Lê dema tune be, em nikarin tiştekî bibin malê."    'BI RASTÎ JÎ MIROV BIRÇÎ NE'    Cemîl Bahadiroglû, diyar kir ku enflasyon zêde ye û got: "Enflasyon pir zêde bûye. Welatî nikarin tiştekî bikirin. Ka li bazarê bigerin, fiyet zêde ne. Ev îktîdar malik li me xera kir. Êdî bes e, em bibêjin temam." Senem Bîrîncî jî diyar kir ku êdî ew nikarin tiştekî bikirin û got: "Krîzeke aborî ya nebaş heye. Mirov nikare tiştekî jî bikire. Her tişt buha bûye. Meaşê min di ser meaşê kêmtirîn de ye. Lê bi rastî jî em nikarin debara xwe bikin. Dahat, nikare ji derheqê lêçûnê derkeve. Berê bi 100 lîreyî me pêdiviyên xwe dikirîn, lê niha em nikarin bikirin. Bi rastî jî feqîrî zêde ye. Bi rastî jî mirov birçî ne. Înşeleh dê ev hilbijartin bi xêr be."    Şehmûz Çalikoglû jî destnîşan kir ku krîza aborî zêde tesîr li wan kiriye û got: "Berê me bi 40 lîreyî tişt dikirîn, lê niha em nikarin van pêdiviyên xwe bi 100 lîreyî jî bikirin."