Li gorî TUÎK’ê rêjeya bêkariyê ji sedî 26,5 e 2024-09-10 11:30:54   ENQERE - TUÎK’ê daneyên xwe yên bêkariyê yên meha tîrmehê parve kir. Li gorî TUÎK’ê bêkarî daket ji sedî 26,5’ê.   Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên hêza kar a tîrmeha 2024’an eşkere kir. Li gorî daneyan, bêkarî ji sedî 26,5 e. TUÎK’ê îdia kir ku bêkarî li gorî mehek beriya tîrmehê ji sedî 2,7 kêm bûye. Li gorî daneyan; rêjeya zilamên bêkar ji sedî 7,0 û ya jinan jî ji sedî 12,4 e.    HEJMARA ZILAMÊN TÊN ÎSTÎHDAMKIRIN DU QET JI YA JINAN ZÊDETIR E    TUÎK’ê got ku hejmara kesên di tîrmehê de hatine îstîhdamkirin li gorî mehek berê 235 hezar zêde bûye û bûye 32 milyon û 712 kes. Hat îdiakirin ku rêjeya îstîhdamê jî 0,3 puanan zêde bû û derket ji sedî 49,6’ê. Ev rêjeye di nava zilaman de ji sedî 67,4 û di nava jinan de jî ji sedî 32,2 hate qeydkirin.    Hêza kar di tîrmeha 2024’an de li gorî mehek berê 123 hezar zêde bû û derket 35 milyon û 879 hezar kesan, rêjeya tevlibûna kar jî 0,1 puanan zêde bû û derket ji sedî 54,4’ê.    Rêjeya tevlibûna hêza kar di nava zilaman de weke ji sedî 72,4 û di nava jinana de jî weke ji sedî 36,8 hate hesabkirin.    BÊKARIYA CIWANAN   Rêjeya bêkariyê ya ciwanên temenê wan di navbera 15-24 salî de li gorî mehek berê 1,0 puan kêm bû û daket ji sedî 16,6’ê. Rêjeya bêkariyê ya ciwanan; di nava zilaman de ji sedî 12,2 û di nava jinan de jî weke ji sedî 25,0 hate texmînkirin.