Li Botanê dema berhevkirina çiloyê dest pê kir 2024-09-11 09:04:26   ŞIRNEX - Bi hatina demsala payîzê re li Herêma Botanê berhevkirina çilo jî dest pê kir. Welatiyên herêmê diyar kirin ku ji ber birîna daran a li herêmê dara çilo (beruyê) jî tune dibe û bi vê yekê re çavkaniya debarê jî xelas dibe.    Bi hatina demsala payîzê re li bakurê Kurdistanê amadekariyên ji bo zivistanên dirêj jî dest pê kirin. Yek ji herêmên amadekarî lê dest pê kirin jî Herêma Botanê ye. Xelkê herêmê piranî debara xwe bi sewalkariyê dike. Ji bo welatiyên li gundan sewalkariyê dikin yek jî paletiya herî girîng a birîna çilo ye. Çiloyê ku tê berhevkirin jî heta çend mehan li ber tavê tê hiştin û di zivistanê de jî didin sewalên xwe. Li gundê Dehlabî yê girêdayî Şirnexê ku li quntarê Çiyayê Cûdî ye, ciwanan dest bi berhevkirina çiloyê kirin.    Ciwanên ku bi paleyên xwe re di seatên serê sibehê de berê xwe didin çiyê, heta danê êvarê çilo dibirin. Çiloyê ku kom dikin jî piştre bi traktorê vedikêşin gund. Paleyên çilo têkildarî xebata xwe bi ajansa me re axivîn.    BERHEVKIRINA ÇILO   Ji paleyan Erdal Aslan diyar kir ku li herêmê berhevkirina çilo êdî weke kevneşopiyeke civakê bûye û wiha behsa taybetmendî û zehmetiyên wê kir: “Di her demsala payîzê de em dest bi komkirina çilo dikin. Komkirina çilo jî em di seatên serê sibehê de zû didin destpêkirin. Heta êvarê didome. Em 5-6 kes dibirin, çend kes jî di binê darê de kom dikin û hin jî girê didin. Ev jî amadekariya me ya zivistanê ye. Em ji bo pezê xwe kom dikin. Em debara xwe bi pez dikin û em nêçarin vî karî bikin. Berhevkirina çilo jî pir zehmete.”   ÇAVKANIYA DEBARA WAN TÊ BIRÎN   Bi domdarî Aslan destnîşan kir ku dara berûyê piranî li Kurdistanê çêdibe û ji ber wê jî li herêmê weke xwarina sewalkaran a taybet tê zanîn. Aslan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em çilo kom dikin lêbelê em zirar nadin daran. Em çilo ji bo di zivistanê de bidin sewalên xwe kom dikin. Her sal vê demê em vî karî dikin. Ev karê me jî heta hefteyekê didome. Ji bav û kalên me heta niha ev kar tê kirin. Ev dara çilo jî heta 2 salan piştre dîsa pel dide. Îro tenê me 200 texe çêkirin. Her wiha dema gihadûrinêye. Ev demsal bi taybetî kesên xwedî pez gelek diwestîne. Ji ber ku karê me pir zêde dibe. Ji ber ku dara çilo di van salan de pir hate birin li herêmê pir hindik maye. Dema ku em çilo kom dikin em bi tu awayî zirarê nadin darê.  Em debara xwe ya sewalkariyê li ser vê darê dikin. Lê di van salan de hema hema nemaye. Çavkaniyên me ji destê me derdikevin.”    MA / Zeynep Durgut