SES: Dengê em bidin Tifaqa Cumhur tune ye 2018-06-01 13:48:38   ENQERE - SES’ê, diyar kir ku ew ê dengê xwe nedin Tifaqa Cumhur a AKP û MHP’ê ava kirin û got: “Em ê bi hêztir daxwazên xwe yên wekhevî, azadî û demokrasiyê biparêzin û em ê şopdarê vê yekê bin.”   Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) derbarê helwesta xwe ya di hilbijartina  zordest a 24’ê Hezîranê de nîşan bidin de civîna çapemeniyê li der xist. Civîn  li Navenda Giştî ya Sendîkayê pêk hat. Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erdem, di civînê de axivî û wiha got: “Desthilatdariya AKP’ê ji bo hebûna xwe berdewam bike 16 salin mafê kedkaran nabîne. AKP’ê mafê demokrasiyê, mafê mirova û hiqûq dibin piyan de perçîqand.”    'EM Ê DENG NEDIN TIFAQA CUMHURÊ'   Erden, da zanîn ku ew dengên xwe nedin desthilatdariya AKP-Tifaqa Cumhurê û dê xwedî pêşeroja xwe derbikevin.