Karkerên firinê yên Amedê daxwaza mafên xwe kirin 2024-09-15 16:28:06 AMED - Komîsyona Karkerên Firinan a Amedê xwest saetên xebatên bên kêmkirin, prîmên sîgortayê bên zedekirin, destûr û heqdestê wan bên zêdekirin.  Komîsyona Karkerên Firinan a Amedê ya girêdayî Sendîkaya Karkerên Xurekê ya Tirkiyeyê (GIDA-Îş), bi daxwaza ku saetên xebatên bên kêmkirin, prîmên sîgortayê bên zedekirin, destûr û heqdestê wan bên zêdekirin, li Qada Şêx Seîd daxuyanî dan. Nûnerên Konfederasyona Karkerên Şoreşger (DÎSK) jî piştgirî dan çalakiyê û gelek karkerên firinan tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Em naxwazin bêsîgorte bixebitin” û “Em naxwazin rojê 14 saetan bixebitin” hatin hilgirtin. Karkeran, dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin.    Sekreterê Giştî yê GIDA-ÎŞ’ê Ufuktan Oden axivî û wiha got: “Guhên xwe li sûcên tên kirin negirin. Divê tavilê mifetîşan bişînin vê derê û firin bên kontrolkirin. Divê mafê sîgorteyê yê karkeran were dayin ku mîna şîrê dayika wan lê helal e. Em dixwazin li kargehên xwe biaram bin û bikarin pariyekê nan ji zarokên xwe re bibin. Lê belê karsazên firinan sûcan dikin, sîgorteyên me nadin, mafê me yê betlaneyê nas nakin û sûcên xwe didomînin. Heta ku wiha bikin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”    'SÛC TÊ KIRIN’   Li ser navê Komîsyona Karkerên Firinan a Amedê karker Mehmet Siddik Ezgîn axivî û ev tişt anî ziman: “Li gel xebata bêqeyd, bêsîgorte û saetên dirêj ên xebatê; di heman demê de mafên me yên betlane û bêhnvedanê jî binpê dikin. Ji ber ku saetên xebatê û temînata kar tune ye, em di pergala koletiyê de tên xebitandin. Em dixwazin venêrîna hemû firinan bê kirin û li hemû karsazên firinan ên karkeran bi awayekî derqanûnî didin xebitandin, ceza were birîn.”    Ezgîn, xwest ku gelê Amedê piştgiriyê bide wan û axaftina xwe wiha qedand: “Bila saetên me yên xebatê bi awayê ku hefteyê 45 saetan derbas neke bên sererastkirin. Bila hefteyê rojekê betlane hebe. Di rojên taybet de (cejn, şîn û hwd.) divê mafê me yê destûr hebe û salê herî kêm 24 roj mafê betlaneyê hebe. Bila firinên bi awayekî derqanûnî û bêyî sîgorte karkeran digirin kar bên kontrolkirin û ceza lê were birîn. Bila sîgorteyên hemû hevalên me yên bêsîgorte tên xebitandin bên çêkirin.”     Daxuyanî, bi çepik û dirûşman bi dawî bû.