Bereketa Remezanê jî esnaf ji krîzê xelas nekir 2018-06-04 09:19:31 MÊRSÎN - Ji ber krîza aborî her diçe kûr dibe, welatî û esnaf jî dikevin nava krîzê. Welatî nikarin bikirin û esnaf jî nikarin bifiroşin. Ji ber krîzê esnafanên ku li Mêrsînê masiyan difiroşin, di meha remezanê de jî nekaribû masiyan bifiroşin. Masîvanan diyar kirin ku her sal di meha remezanê de bazara masiyan pir qelebalix bû, lê niha xalî û vala ye.  Krîza Aborî her ku diçe bandora xwe zêde li ser esnaf û welatiyan dide xuyakirin. Her ku krîz kûr dibe qûmeta Tl li hemberî dolar û Euro kêm dibe, bêtir esnaf zerarê dikin. Êdî welatî zêde naçin bazaran alav û zexîre nakirin. Ji ber vê yekê bêtir qadên bazaran û nava esnafan xalî ye û esnaf nikarin bazirganiyê bikin. Ev yek bêtir bandorek neyînî li ser esnafan dike. Esnafên ku di krîza aborî de dilebitin, li benda meha Remezanê bûn. Lê bereketa meha Renezanê jî esnaf xelas nekirin. Bi taybetî li Bazara Masiyan a Mêrsînê, masîvanên ku masiyan difiroşin li bendê bû kirîn û firotin zêde bibe, meha remezanê jî liv û tevger zêde nebû. Ji ber ku êdî kar tune û betalî jî zêde ye, bazara masiyan jî xalî ye. Ev yek bandorek neyînî li ser masîvanan dike.    Esnaf û masîvanê li Bazara Masiyan a Mêrsînê Erkan Şimşek ku 30 salin masiyan difiroşe, diyar kir ku krîza aborî bandora xwe li ser hemû qadên jiyanê dike û êdî nikarin masiyan bifiroşin. Şimşek, anî ziman ku pirsgirêka kriza aborî ya Tirkiye bandora xwe li ser esnafan dike û wiha got: "Em wekî masîvan di bin bandora krîzê dene. Îro ji ber ve krîzê bazar vala ye. Di meha remezanê de jî her der xalî ye. Mirov ji bereketa remezanê mahrûm hatin hiştin.    Divê em masiyan taze taze bifiroşin. Ger ku em di rojê de nefiroşin, dê goştê wan genî dibe û emê neçar bimînin bavêjin. Buhoyê masiyan di navbera 5 -10 Tl de tê guhertin. Li gorî sala par buhayê wan nehatiye guhertin. Êdî welati nikarin masiyan bikirin û yên tên dikirin jî bi deyn dikirin. Niha her der xalî ye. Karê me ji sedî 50 -60 kêm bûye.    Esnaf Mustafa Kayik jî anî ziman ku di demên dawî de goştê sor 2 caran buha bûye û wiha got: "Bi salane esnaf im. Yekem car ew qas krîz kûr dibe. Êdî civak nikare tiştan bistîne. Ev bandora xwe li ser esnafan jî dike. Esnafên biçûk êdî îflas dike. Berê di meha remezanê de karê me ji sedî 80 zêde dibû. Lê îsal ji sedî 30 kêm bû.