Zarokên Sûriyeyî rojê 13 saetan karê pêlavan dikin 2017-10-16 09:14:31 EDENE - Zarokên penaber ên Sûriyeyî ku di karê pêlavên çerm de dixebitin, di heftiyekê de 150-200 TL heqdestê digirin. Ahmet Mehmet ê 15 salî yê Sûriyeyî rojê 13 saetan dixebite. Mehmet, diyar kir ku di nava hemû madeyên kîmyewî de bêyî ku ewlekariya wan hebe, dixebitin.   Li gorî lêkolînan, ji sala 2012’an û vir ve hêjmara zarokên temenê wan 15-17 salî yên dixebitin zêdetir bûye. Di sala 2012’an de hêjmara zarokên dixebitîn 601 hezar bû. Di sala 2016’an de hev hêjmar derket 708 hezaran û ji van jî 150 hezar zarok ewlekariya canê wan tuneye. Li gorî danayên Saziya îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK), ji sedî 78 zarokên karker bi fermî naxebitin. Ji her 10 zarokên dixebetin 8 ji wan bi fermî naxebitin. Karkerên zarok ên ne fermî dixebin, herî zêde di karê Saya (jora pêlavan çêkirin) de kar dikin.    'DI SALÊN 90’Î DE ZAROKÊN KURD BÛ NIHA JÎ…'   Bi karkerên zarok re, hemû karker bêyî ku ewlekariya canê wan hebin, dikarên madeyên kîmyewî de dixebitin. Kurdên ku di salên 90’î de bi darê zorê ji cih û warên xwe koç kirin, qedara ku hat serê zarokên wan niha jî zarokên penaber ên Sûriyeyê dijîn. Zarokên penaber ên Sûriyeyê herî zêde di karê Saya de dixebitin. Di nava madeyên kîmyewî de ji serê sibê heya bişev bi 150-200 TL heqdestî dixebitin.    AHMET Ê 15 SALÎ: EWLEKARIYA CANÊ ME TUNEYE   Hin malbatên Sûriyeyî zarokên xwe di atolyeyên saya de didin xebitandin. Hat îdîakirin ku  kardêr pirî caran li ser heqdesê zarokan bazarê dikin û dibêjin “Ger ev zarok li Stenbolê bûna dê 350 TL bigirta. Nêrxê vî zarokî tenê 300 TL ye.” Yek ji van zarokan jî Ahmet Mehmet ê 15 saliye. Mehmet ji Sûriyeyê ye. Mehmet, diyar kir ku rojê 13 saetan dixebite û wiha axivî: “Di hefteyê de tenê 200 TL digirim û karê saya pir zore. Em ji ber şerê li Sûriyeyê reviyan Edenê. Li vir  neçar mam ku bixebitim. Di nava madeyên kîmyewî de ji serê sibê heya bişev, bêyî ku ewlekariya canê min hebe, dixebitim.”    'BILA EW VÊ ÊŞÊ NEBÎNIN'   Kadir Yalçin ê 27 salî ku ji 9 saliya xwe de di karê saya de dixebite jî, diyar kir ku di salên 90’î de dewletê bi darê zorê ew ji gundê  wan ê Xerbeyê navçeya Nisêbîna Mêrdînê koçber kirin û wiha axivî: “Bi malbata xwe re em hatin Edenê. Ez qedara zarokên Sûriyeyê ji salên xwe yên zarokatiyê dizanim. Piştî koçberiyê mirov rojên zor  û zehmet dijî. Ji ber vê yekê min xwest ji malbata xwe re bibim alîkar. Min di 9 saliya xwe de dest vî karî kir. Ez diçûm dibistanê û di demê xwe yê vale de jî min karê saya dikir. Ji ber vî karî neçar mam ku dest ji dibistanê berdim. Jiyana min a dibistanê qediya. Dixwazim zarok nexebitin û dibistanê bixwîn in. Min ev êş kişand bila ew nekişîn in.”   'RASTÎ CUDAKARIYÊ HATIM'   Yalçin, da zanîn ku zarokên Sûriyeyê bi wî re heman qederê dijîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku kurd bûm rastî hemû cudakariyan hatim. Zarokên Sûriyeyê jî mîna me pir êş kişandin. Ez 15-16 salî bûm. Ez û hevalê xwe di sûkê de digeriyan, polîsan me rawestandin û gotin hûn ji kuderên e. Dema min got ez ji Nisêbîna Mêrdînê Kurdim, li min xistin. Rewşa me ya aboriyê xerab bû. Em ditirsiyan ji hosteyan zem bixwazin. Di temenê biçûk de em dixebitin. Bila zarok nexebitin, bixwîn in.”