Li ber nexweşxaneya ku jê hat avêtin di çalakiyê de ye 2018-06-26 09:22:08 STENBOL - Derya Koçak ku bi hinceta "bêîtaatiya kar" ji karê xwe yê nexweşxaneyê hat avaêtin, 8 roj in li ber nexweşxaneyê çalakiya rûniştinê li dar dixe.  Derya Koçak a ku li Bakirkoyê li Nexweşxaneya Ethîcha ya Încîrliyê dixebitî, ji aliyê rêveberiya nexweşxaneyê bi hinceta "bêîtaatiya kar" di 21'ê Gulanê de ji kar hat derxistin. Koçak, bilêv kir ku bi awayekî neheqiyî dawî li karê wê anîne. Koçak, 8 roj in li ber nexweşxaneyê çalakiya rûniştinê li dar dixe.    Koçak behsa derxistina xwe ya kar kir: "Di meha Adarê de şeveke ku ez ne nobedar bûm, pitikeke 20 mehî ku hatiye îstismarkirin anîne nexweşxaneyê. Roja dinê zarok mir. Rêveberiya nexweşxaneyê xwest ser vê yekê bigire. Lê dema hevala min ê xebatê hay ji rewşê çêbûye ji polîsan re gotiye. Paşê di qenaleke televîzyonê de ev rewş vegot. Û ji kar derket. Hevala min ji ber ku wijdanê wê enrihet bû her tişt got. Dema ew ji kar derket barê min girantir kirin. Bi ser min de hatin. Ev yek du mehan dewam kir. Paşê min ji kar derxistin. Dema min got 'ne ji ber ku ez karê xwe nakim, ji ber ku ez hevalê wê jinikê bûm we min ji kar derxist' gotin 'belê, li ber çavê me ew çawa be tu jî wisa yî.'"    Koçak anî ziman ku ew bi awayekî neheq û derhiqûqî ji kar hatiye derxistin û got: "Min hewl da karê xwe bi dirustî bikim. Min hemî ferman bi cih anîn. Min bêdîsîplînî nekiriye. Lê dîsa jî min ji kar derxistin. Tenê tazmînata qidemê hesab kirin û pereyekî di biniya heqê min re dan min. Pereyê mesaiyan ên sê sal û nîvan nedan. Ji ber ku bi hinceta bêîtaatiya kar min ji kar derxistine, niha nikarim meaşê betaliyê jî bistînim. Sicîla min jî reş kirin."    Koçak li ber deriyê nexweşxaneyê dest bi çalakiyê kiriye û got heta ew heqê xwe negire ew ê bitêkoşe.    MA / Melike Ceyhan