Dê fatûreya krîza aborî li kê bê birîn? 2018-06-27 09:07:14 STENBOL - Aborîzan Erol Katircioglû diyar kir ku ji ber krîza aborî dê di demeke nêz de polîtîkaya qaqyîşjidandinê têkeve rojevê û hikûmet dixwaze fatûreya krîzê ne li kesên ku zêde qezenc dikin, lê li kesên xebatkar bibire.  Aborîzan Erol katircioglû ku di hilbijartina 24'ê Hezîranê de ji Stenbolê hat hilbijartin û bû parlementerê HDP'ê, rewşa aboriya Tirkiyeyê ya piştî hilbijartinê nrixand. Katircioglû, diyar kir ku belavkirina dahatê ya Tirkiyeyê piştî 2013'an xera bûye. Katircioglû, diyar kir ku kesên dahata wan kêm bêtir dahata wan kêm bûye û yên dahata wan zêde bêtir zêde bûye. Katircioglû, bilêv kir ku dê di demeke kurt de polîtîkaya qayîşjidandinê têkeve rojevê û dê bac bên zêdekirin.    DÊ FATÛREYA KRÎZÊ LI KÊ BÊ BIRÎN?    Katircioglû, anî ziman ku dê hikûmet tercîha ku fatûreya krîzê li kê bibire jî bike û bacên ku dê bên zêdekirin jî dê li derdora xebatkaran bê birîn.    Katircioglû got: "Eger nexwaze dest bide kesên ku zêde qezenc dikin, nexwe dê wê çaxê bi ser ên dixebitin de biçe. Eger nexwaze li kesên dixebitin bike bar, nexwe dê li yên din bike bar. Lê ev yek meseleya tercîhê ye û wisa difikirim ku dê fatûreyê ne li kesên zêde qezenc dikin, lê dê li kesên ku hindik qezenc dikin bike bar."    Katirxioglû, destnîşan kir ku dema polîtîkaya qayişjidandinê bê sepandin dê qayîşa gel jî bê jidandin û got: "Dê bac bên zêdekirin û dê dahat bi awayekî berbiçav bê kêmkirin. Ne şaş bim niha enflasyon li dor 12 ye. Hîn jî Bankeya Navendî wekî hedef ji sedî 5 esas digire. Divê ev yek bê guherandin. Em bibînin bê ka çawa li hemberî enflasyonê dê bitêkoşin û tewrekî çawa nîşan bidin, lê di polîtîkayên bi vî rengî de, maliyeta şaşîtiyan bi piranî li xebatakaran tê birîn."    MESELEYA SERBIXWEBÛNÊ YA BANKEYA NAVENDΠ   Katircioglû, bal kişand ser kesên ku dê di hikûmeta nû de ji aboriyê berpirsiyar. Katircioglû, destnîşan kir ku li vira tişta girînn hin pîvanên pergala kapîtalîst in û yek ji vana jî meseleya serbixwebûna Bankeya Navendî ye.    Katircioglû, destnîşan kir ku Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan nahêle Bankeya Navendî serbixwe bibe û got: "Sermayeya biyanî îtirazî vê yekê dike, sermayeya biyanî ya dixwaze bê Tirkiyeyê û dixwaze ji faîzan karê bi dest bixe, ji ber ku li gor pîvanê vê lîstikê nikare bilîze pereyên xwe kişandin. Ji ber vê pîvanên xwe anîn sifirê. Yanî di rojên pêş de diyar bibe ka pozîsyona Bankeya Navendî dê çi bibe."    MA / Sadiye Eser