‘Eger wisa bidome, emê koçertî û sewalvaniyê berdin' 2018-06-30 09:05:06   OLEMÊRG - Koçerên Sêrtî ku her sal berê xwe didin zozana Nebirnavê, destnîşan kirin ku ji ber qedexekirina zozanan her diçe heqê kirêya mêrgan zêdetir dibe. Koçeran got, eger wisa dewam bike ew ê ji mecbûrî dev ji koçertiyê û sewalvaniyê berdin.    Koçerên Sêrtî, îsal jî berê xwe dan zozana Nebirnavê ku di navbera Colemêrg-Wanê de ye. Koçeran bal kişand ser qedexekirina zozanan û destnîşan kirin ku eger wisa dewam bike ew ê ji mecbûrî dev ji sewalvaniyê berdin. Her wiha koçeran bilêv kir ku zozanên neqedexekirî jî, heqê kirêya wan zêde ye.    ‘DÊ HEYWANÊN ME BIMIRIN'    Koçer Abdûllah Şenyuz, diyar kir ku ew ji meha Gulanê ve berê xwe didin zozana Nebirnavê û got: "Hem ji ber sarbûna hewayê hem jî şertên herêmê gelekî zehmet in. Li herêma me havînê carinan germahî dibe 50 pile jî. Lê ev zozan pir hênik in û berdar in. Heywanên ku em xweyî dikin, li ber germê îdare nakin. Eger heywanên me li wan deran bimînin dê bimirin."    ‘LI TIRKIYEYÊ PEZ NEMA'    Şenyuz, diyar kir ku ji ber polîtîkayên siyasî, leşkerî û aborî yên li herêmê tên sepandin, hema bêje sewalvanî qediyaye û got: "Îsal sed col pez ji herêma Sêrtê hat. Berê du qat zêdetirî vê dihatin. Tiştê dizanim ji herêma me bi sedan col hatine Nebirnav, Feraşîn û Meydana Casûsê. Tenê li herêma Sêrt û Wanê heywan mane. Ji ber ev tengasiyên li pêş sewalavniyê, gel dev ji sewalvaniyê berdide. Ji ber polîtîkayên tên sepandin êdî ciwanên me naxwazin bi me re werin zozanan."    'JI BER WEKÎ DIN ÇAREYEK ME TUNE YE EM DIKIN'    Mehmet Şîrîn Îlbaş jî diyar kir ku ji bo ew werin vê herêmê ew 40 rojî meşiyane û got: "Em 3 mehan li van zozanan dimînin. Dema em tên em 40 rojî dimeşin. Piştî şîrê heywanên me namîne û serma dest pê dike em berê xwe didin herêma Botanê."    Ayşe Şenyuz jî, diyar kir ku ew şîr û mastê xwe jî difiroşin banedarên ku tên zozanan. Şenyuz diyar kir ku ji ber mesrefên zozan û mêrgan û heqê şivanan tiştek di dest wan de namîne.    Hatîce Şenyuz jî diyar kir ku tendûra ku wan sala din çêkiribû texrîb bûye û got: "Niha em jina bi hev re tendûrê çêdikin. Sala çûyîn van wextan me ev tendûr çêkiribû. Lê ji bo pihêtina nan divê em wê ji nû ve biselihînin. Mêr tenê bi karê xweyîkirina heywanan re eleqedar dibin. Karê din jî jin dikin. Em dixebitin, lê mêr dixwin. Karê zozan li ser milê jina ye. Em êzingan berhev dikin. Em tenûrê disleihînin. Em li zarokan dinerin. Em xwarinê çêdikin."    MA / Hamza Gunduz