Ji ber ku ka biha ye, dest bi çandina giya kirin 2018-07-01 09:00:26   WAN - Li Wanê ji ber kukîloya kayê bûye lîre û nîv, sewalvan ji bo heywanên xwe xweyî bikin dest bi dirûtina giya kirin.    Li Wanê û navçeyên wê, ji bo heywananên xwe sewalvanan dest bi dirûtina giya kir. Ji ber ku kîloya kayê bûye lîre û nîv, welatî hewl didin ku bi giyayê ku didirûn heywanên xwe xweyî bikin.    Şêniyên gundê Farixê yê girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, sewalvan li quntarên Çiyayê Erekê dest bi dirûtina giya kirin. Jin û mêr tevde giyayê ku didirûn dikin qevd.    Îbrahîm Kiymaz, anî ziman ku kîloya kayê pir biha bûye. Kiymaz, bilêv kir ku wî ji bo heywanên xwe 10 donim giya daniye. Kiymaz diyar kir ku ew di Adar-Nîsanê de giya datînin, di Hezîran-Tîrmehê de jî diçinînin. Kiymaz, da zanîn ku 20 dewarên wî hene û got: "Em zivistanê kayê ji Riha, Mêrdîn û Êlihê dikirin. Zivistanê kîloya kayê dibe lîre û nîv. Ev der 10 donime, em datînin lê ancax hefteyê têra heywanên me dike. Li cihê ku ka biha be, sewalvanî anyê kirin. Lîtreya mazotê bûye 6 lîre, perçeyekî bîçerê 150 lîre ye. Em van giyayan davêjin patosê, dikin ka û paşê kapekê tev li nav dikin. EM dixwazin fiyetên ka û mazotê kêm bibin." dedi.   FIYETÊ KA Û KAPEKÊ BIHA BÛ    Kiymaz, diyar kir ku fiyetê ka û mazotê tim biha dibe û got: "Ev der ziwa ye. Serê salê çi qas giha bi dest bikeve ew e. Em cara dudoyan tu tiştî ji vî giyayî bi dest naxin. Karekî zehmet e, lê wekî din tu çareyek me tune ye."