Li Edeneyê bi hezaran atolyeyên tekstîlê hatin girtin 2018-07-02 09:02:12   EDENE - Krîza aborî li Edeneyê, atolyeyên tekstîlê yên bi dolaran dixebitin, paqij kirin. Nêzî 2 hezar atolyeyên li Edeneyê heyîn, ket bin hezarî. Xwediyê atolyeya tekstîlê Nuretîn Ay ê 12 salin karê tekstîlê dike, diyar kir ku tişta dibe bi dikandarên biçûk dibe.   Nediyariya daketin û rabûna dowîz herî zêde bandorê li sektora tekstîlê dike. Li gorî daneyên TUÎK’ê, sektora tekstîl û karxaneyên cilan didirûn di sala 2014’an de bi 29,5 mîlyar dolar li Tirkiyeyê ji sedî 18,7 îxracat pêk anî. Ev rêje di sala 1995’an de ji sedî 40,7 bû, di sala 2005’an de ji sedî 26 bû û di sala 2010’an de jî ji sedî 19,3 kêm bû. Para bazarganiya cîhanê ya sektorê jî bi awayekê pir zêde kêm bû. Para sektorê ya di sala 1995’an de ji sedî 7 bû, di sala 2014’an de ji sedî 4,6 kêm bû.       Her ku dolar bilind dibe, bandorek mezin li sektora tekstîlê dike û dibe sedem ku atolyeyên biçûk yek bi yek bên girtin. Ji ber krîza aborî li Edeneyê nêzî 2 hezar atolyeyên heyîn, ket bin hezarî. Atolyeyên tekstîlê yên biçûk ên li Edeneyê yek bi yek tên girtin.    ‘TEKSTÎLÊ DIKIN YEKDESTÎBÛN’   Nurettîn Ay ê 12 salin xwediyê atolyeya tekstîlê, diyar kir ku berê nêzî 40 makîneyan di atolyeya wî de hebûn, lê niha tenê 15 makîne mane û wiha axivî: “Her ku dolar bilind dibe, em jî biçûk dibin. Makîneyên hûn dibînin hemû vale û em nikarin bixebitînin. Atolyeya min ne mezine, lê kirêya wê pir zêde deye. Di rojên pêş de emê derbasî atolyeyek biçûktir bibin. Aborî pir xerab dibe. Ji ber ku atolyeyên biçûk ji aboriyê bi bandor dibin, yek bi yek tên girtin.”   ‘TIŞTA DIBE BI DIKANDARÊN BIÇÛK DIBE’   Ay, anî ziman ku berî salekê wan tayê dirûtina kincan bi 5 lîreyan dikirîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê niha ji ber bilindbûna dolar, em ta bi 9 lîreyan dikirin. Hemû makîne û madeyên xam ji derveyî welat tên. Em tenê dişixulînin. Ji ber vê yekê bilindbûna dolar bandoreke mezin li me dike. Li Edeneyê 2 hezar atolyeyên tekstîlê hebûn. Niha biçin lê mêze bikin, hemû hatine girtin. Ji vê rewşê şîrketên mezin bi bandor nabin. Her roja derbas dibe, karên mezin bi dest dixin. Tişta dibe li me dikandarên biçûk dibe.”