Prof. Daron Acemoglu: Rîska ku aborî şid serbijêr dakeve heye 2018-07-03 09:53:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Profesorê Îktisata Enstîtuya Teknolojiyên Massachusetts (MIT) û Îktisatvan Prof. Dr. Daron Acemoglu, têkildarî rewşa aborî diyar kir ku Tirkiye di qada aborî de bi rîska serberjêriya şit ve rû bi rû ye. Acemoglu, da zanîn ku pirsgirêkên aboriya Tirkiye binyadî ye û di demek nêzîk de nayê çareserkirin.  Hat îdîakirin ku di kobîneya nû ya ku Serokomar Tayyip Erdogan ava bike de dê Îktîsatvan Prof. Dr. Daron Acemoglu jî cih bigire. Têkildarî îdîayan û rewşa aborî Profesorê Îktisata Enstîtuya Teknolojiyên Massachusetts (MIT) Daron Acemoglu ji Rojnameya Cumhuriyetê re axivî. Acemoglu, diyar kir ku tu kesî daxwaz jê nekirine û ev gote got tenê piştotinî ne. Acemoglu, diyar kir ku heta demdirêj politikayên aboriyê neyên avakirin û tenê rojene li çareseriyê bigerin pirsgirêk çareser nabin. Acemoglu, anî ziman ku pirsgirêkên aboriyê yên li Tirkiye pirsgirêkên bingehîn û binyadî ne û ne pirsgirêkên sivik in. Acemoglu, da zanîn ku pirsgirêk ne bi qasî piştî hilbijartinê çareser bikin sivik in û wiha got: "Hilbijartin ji rojevê derket. Ez bawer nakim ku aboriya Tirkiye bi lez baş bibe. Pirsgirêkên aboriya Tirkiye bingehîn û binyadî ne. Ev pirsgirêkên binyadî di nava 10 salên dawî de pêş ketin. Di 10 salên dawî de aboriya Tirkiye mezin nebû. Di 10 mehên dawî de enflasyon derket cotxaneyan. Li Tirkiye rîska ku aboriya Tirkiye bi lez serberjêr here heye.  Ji bo mezinbûna Tirkiye ya di qada aborî de pêdivî bi demokrasiyê heye. Divê saziyên siyasî yên piştgiriyê didin azadiya siyasî mezin bibin û ev yek girîng e. Divê berî her tiştî civak ji bin zextan derkeve. Divê azadiya ramanê, mekanîzmaya kontrola demokratik bê avakirin."