Hejmara karkerên li kana Şirnexê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 7’an 2017-10-17 20:18:07   ŞIRNEX – Li Şirnexê cenazeye Abdullah Kayaş k udi bin hezanê de mabû jî hat derxistin. Hejmara kesên di hezanê de jiyana xwe ji dest dan gihaşt 7’an. Li Şirnexê di Ocaxa Komirê ya Jimare 1 ku bi qasî 5 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e, cenazeye karkerê bi navê Abdullah Kayaş jî hat derxistin. Cenazeye Kayaş bi ambulansê rakirin nexweşxaneya dewletê. Tevî Kayaş bi giştî 7 kesan jiyana xwe ji dest da. Navê kesên di hezanê de jiyana xwe ji dest dan wiha ne: Mehmet İzer, Sevkan Ustun, Yilmaz Magrur, Mesut Magrur, Vedat Ozden, Ramazan Ugur û Abdullah Kayaş. Her wiha hat zanîn ku karkerê bi birîndarî ji bin hezanê hat derxistin û li nexweşxaneyê tê tedawîkirin jî Ugur Kabak e.